Parêzeran derbarê tecrîdê de serî li NY'yê dan 2023-07-09 14:03:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin, serî li NY'ê dan.   Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Parêzerên ku endamên her du înisîyatîfane li Qamişlo û Kobanê daxuyaniyeke nivîskî dan û bal kişandin ser pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq. Daxuyaniya li Qamişloyê li pêşiya Ofîsa Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hate dayîn.   Hevseroka înîsiyatîfê Xanim Eyo Kurdiya daxuyaniyê û endamê înisîyatîfê Xalid Omer jî Erebiya daxuyaniyê xwendin.   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir de di encama dadgehkirineke nerewa de li Girtîgeha Îmraliyê û di nava şert û mercên nemirovî û dijqanûnî de tê ragirtin û dewleta Tirk mafên wî yên herî bingehîn ên mirovî jî binpê dike.   Di daxuyaniyê de bal kişnadin ser tecrîda dijî Rêberê PKK'ê Abudllah  Ocalan ku di salên dawîn de girantir bûye û wiha hat gotin: “Di van salên dawîn de dewleta Tirk tecrîdeke pir tund li ser Rêbertî ferz kiriye; ew ji hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bêpar hiştiye. Herî dawîn di sala 2019’an de bi parêzerên xwe re û di sala 2021’an de jî bi malbata xwe hevdîtin kiribû. Derbarê tendirustiya wî tu agahî nayê stendin. Dewleta Tirk qanûnê xwe û yê navneteweyî bin pê bike. Tecrîd bûye êşkenceyeke derûnî.”   Di dewama daxuyaniyê de nameyên gefxwarinê yên ku dane Abdullah Ocalan hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin, “Nameyên bi rengî û cezayên dîsîplînê yên dewleta Tirk nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xetereyê de ye. Dewleta Tirk bi her cure û metodan îmhayê ferz dike. Di sedsala duyemîn a Lozanê de di şexsê Rêbertî de doza Kurdan dikin hedef.”   Di daxuyaniyê de bêhelwestiya CPT û saziyên navneteweyî yên peywendîdar li hember tecrîda girankirî ya li seAbdullah Ocalan hatin rexnekirin û wiha hat gotin “Em vê şîddeta dûrî mirovahiyê û li dijî qanûnan şermezar dikin.”   Berdewama daxuyaniyê wiha ye “Em careke din fikarên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd radigihînin raya giştî û dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê bikin. Em ê têkoşîna maf a ji bo azadiya Rêbertî bidomînin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku ji bo tecrîdê rake bila zextan li ser Tirkiyeyê bikin.”   Parêzeran piştî daxuyaniyê bi nivîskî daxwazên xwe yên ji bo çûna Îmraliyê û şertên Îmraliyê pêşkêşî rayedarên Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî kirin.