Li Êlihê jinek hat qetilkirin 2023-07-08 20:13:07   ÊLIH - Li Taxa Cûdî ya Êlihê jina bi navê Aysel E., ji aliyê  Murat E. ve hat qetilkirin.   Li Taxa Cûdiyê ya Êlihê jina bi navê Aysel E., ji aliyê hevjînê xwe Murat E. ve hat qetilkirin. Piştî ku cîranan haya polîs û tenduristkaran pê xist, polîs û tenduristkar hatin cihê bûyerê û Aysel E.'yê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê kirin. Aysel E., tevî hemû mudaxaleyan nehat xulaskirin û Murat E. jî hat binçavkirin.