Ji bo HPG'î yên jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn 2023-07-08 18:34:49   STENBOL - Ji bo Fîlîz Tekîndag û Reşît Kiran ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.    Ji bo Fîlîz Tekîndag (Nûden Sîdar) û Reşît Kiran (Rênçber Metîn) ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilari şîn hat danîn.    Malbatên  FîlîzTekîndag û Reşît Kiran, ANYAKAY-DER, MATÛHAY-DER, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlementerên Partiya Çep a Kesk Cengîz Çîçek û Mahmût Dundar, Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî şînê bûn.    Malbatên Fîlîz û Reşît malavayiya kesên hatin şînê kirin û gotin: "Şehîdên me, şehîdên vî gelî ne.