Hevdîtina jinan a ewilî li Stenbolê pêk hat 2023-07-08 16:34:25   STENBOL - HDP û Partiya Çep a Kesk li Stenbolê hevdîtina yekem a jinan pêk anî. Di hevdîtinê de banga xurtkirina rêxistinbûnê hat kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li Stenbolê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Umraniyeyê hevdîtina jinan a yekem pêk anî. Endama Meclîs HDP'ê Çîçek Ariç,  hevseroka HDP'ê ya Umraniyeyê Zulfiye Hazar û rêvebera navçeyê Semra Baş tevlî hevdîtinê bû. Her wiha ji navçeyê jî gelek jin tevlî hevdîtinê bû.    Zulfiye, di hevdîtinê axivî û bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û got: "Di hilbijartinê de gelek kêmasî derketin holê û ji bo pêşeroja xwe em tayîn bikin divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ji ber vê yekê em ê li vir bi hev re nîqaşan bikin."    Her wiha jinên ku tevlî hevdîtinê bûn yek bi yek nirxandinên xwe anî ziman û ji bo pêşerojê jî pêşniyaran kirin. Jinan di nirxandinên xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê."   Di hevdîtinê de hat diyar kirin ku ji bo rêxistinbûnê dê mal bi mal bigerin.