Li Reqayê bi sedan kes ji bo Abdullah Ocalan meşiya 2023-07-08 16:05:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayî bi sedan kes li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.   Bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, rûspî û şêxên eşîran li pêşiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê kom bûn û ji wir li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kir. Meşvanan bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.   Meş li Çerxerêya El Neîm a li navarasta bajêr veguherî mîtîngê. Li wir piştî rêzgirtinê, endama Tevgera Ciwanên Şoreşa a Sûriyeyê Heyva Şihazê daxuyaniyek xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya ku dewleta Tirk tevî hevalbendên xwe li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an de dimeşîne li dijî fikrê mirovahî yê azad e û hat gotin: “Lê belê Rêber Abdullah Ocalan dengê rastiyê gihand tevahî gelê herêmê.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew dewleta Tirk bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide derbeyê li projeya neteweya demokratîk bide û wiha dom kir: “Gerîla hêza xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan digire, lewma êrişên dagirkeran vala tên derxistin.”   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ruxmî zehmetiyên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, lê fikr û felsefeya wî li tevahî herêmê û cîhanê belav bûye û ji bo tunekirina vê fikirî dewleta Tirk rojane êrişan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî ji bo tevahî gelan, em ê di nava têkoşînê de bin.”