Çîgdem Kiliçgun Uçar ji Esenyurtê bang kir: Em ê bi ser kevin 2023-07-08 15:44:36        STENBOL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar a ku Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê ya ku polîsan bi ser de girt ziyaret kir, got, “Hem HDP û hem jî Partiya Çep a Kesk wê têkoşîna bi rûmet a hemû gelan li qadan û bi rûmet bimeşîne. Partiya Çep a Kesk wekî duh wê îro jî li wadan têkoşîna bi rûmet a gelan mezin bike.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, çû avahiya Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Li gel Çîgdemê, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê Ozgul Saki, Celal Firat, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol û rêveberên HDP û ên Partiya Çep a Kesk a ên bajar û navçeyan tevli  serdanê bûn.   Partîzanên ku ji aliyê rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê ve hatin pêşwazîkirin, der barê êrîşa polîsan de ji rêxistina navçeyê agahî girtin.   'Dewama kumpasa ye'   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol daxuyaniyeke kurt da û serdegirtina avahiya navçeyê wekî berdewamiya "kumpasên" hikûmetê nirxand. Îlknur got, “Em ê bi serê xwe wan tasfiye bikin. Rejîma faşîst tenê bi berxwedanê dikare têk biçe. Heta ku ev zîhniyet ji holê ranebe, derfeta welatiyekî ku bi rehetî nefesê bigire namîne. Hemû welatî û muxalefeta civakî xwedî erk in. Pêwîst e li hemberî êrîşên faşîst helwestek bê nîşandan."   Piştre Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivîû destnîşan kir ku bi salane têkoşîna gelê kurd bi zextan re rû bi rû ye û armanca vê êrişê tunekirina têkoşîna kurdan û dostrên wan e.    Çîgdemê anî ziman ku siyaseta wan a demokratîk demek dirêj e di bin zextên desthilatdariyê de ye û wiha got: “Bila li têkoşîna gelê kurd binêrin. Ev operasyonên ku ev 40 sal in ji aliyê dewlet û hikûmetan ve tên kirin, bi dawî nebûne. Lê HDP hebûna xwe berdewam kir, mezin bû û bi pêkhate û tifaqên xwe nav li siyaseta Tirkiyê kir. Em dizanin ku ev pêvajo bi xwe berdewamiya xitimandina pirsgirêka kurd e. Çawa ku hikûmetên berê nêzî pirsgirêka kurd dibin, hikûmeta îro jî bi heman awayî nêz dibe û înkar dike. Binêrin, Tirkiye di hilbijartina endamên NATO’yê de jî têkoşîna gelê kurd dike mijara navendî. Tişta herî dawî ya ku Swêdê anî ser endamtiya NATO'yê, têkoşîna gelê kurd a li Swêdê bi raya giştî ya demokratîk re, ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATO'yê ve weke provokasyonek hat binavkirin. Rengê siyaseta derve ya Tirkiyê ev e. Dîsa di polîtîkaya derve de hemû dostên me dizanin ku hem li Qamişlo û hem jî li Silêmaniyê sûîqest tên kirin. Em ji van bêaqilên re dibêjin ku hemû tiştên kirin ji pirsgirêka kurd qut nîne.”    Çîgdemê anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li ser krîza aboriyê jî dike û şerê destilhatdarî dike dibe sedema xizanî û krîza aborî.