Zarokê ku ket çem jiyana xwe ji dest da 2023-07-08 13:08:25     AGİRİ - Zarokê 10 salî yê ji rojhilatê Kurdistanê ku ket Çemê Muradê jiyana xwe ji dest da.     Li navçeya Diyadîn a Agirêyê zarokê 10 salî yê ji rojhilatê Kurdistanê  bi navê Arslan D.  ku ket Çemê Muradê xeniqî. Arslan ê ku xwest ji aliyê din ê çem derbasî aliyekî din bibe, ji ber kana xîzê ku hatibû vedan di kurahiya 8 metreyî de winda bû. Piştî lêgerîneke dur û dirêj cenazeyê Arslan hatte dîtin. Piştî otopsiya ku wê li nexweşxaneya li Diyadînê bê kirin hat diyarkirin ku wê cenazeyê Arslan bişînin Rojhilat.