Hevalên Xemê: Em ê li têkoşîna wê xwedî derkevin 2023-07-08 10:15:30     Zelal Tunç   WAN - Xemê Akdogan a 85 salî, bi zarok û neviyên xwe re di nava koçberî, sirgûn, zilm û mirinê de têkoşîna sê nifşan girt ser milê xwe, bûka wê û hevalên wê yên di têkoşînê de gotin: "Ji bo aştî pêk bê divê her kes têbikoşe û xwedî li mîrateyê derkeve."    Ji ber polîtîkayên dewletê yên neçareserkirina pirsgirêka Kurd heta niha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran ji wan sirgûn bûne û bi deh hezaran jî di zindanan de mane. Li Kurdistanê ku sê nifş bi zilm û çewisandin re rûbirû mane, yek ji wan kesên ku tevî êşên mezin û temenê xwe yê li pêş dest ji têkoşînê berneda, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan a ku duh jiyana xwe ji dest da ye ye.   27 salan ji bo aştiyê têkoşîn da   Xemê di sala 1985'an de di encama zextên dewletê de ji gundê Pirosa yê navçeya Elkê ya Şirnexê koçber bû û li gundê Dotka yê navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bû. ji gundê Dotkayê jî ji ber  zilma dewletê, Xemê û malbata xwe di sala 1997'an de koçî Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kirin.  Li gel Xemê ya ku bi salane di nava Dayikên Aştiyê de têkoşînê dide zarok û neviyên wê jî bi awayekî aktîff di nava vê têkoşînê de cihê xwe girtine.  Xemê ligel ku bi binçavkirin, girtin, sirgûn û kuştinê zarok û neviyên xwe winda  dike, 27 sal in ji bo aştiyê têdikoşe.   Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên cidî hebûn   Xemê li gel  temenê xwe yê mezin ji ber çalakiyên wê gelek carn hatiye binçavkirin, darizandin û derbarê wê de doz hatine vekirin.  Xemê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Xeme; Duh danê sibê li Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYY) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.     Ji bo şîna Xemê elewqyek mezin    Xemê ku rojek beriya jiyana xwe ji dest bide ji beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê birin odeya asayî û rewşa wê ya tenduristiyê baş bû, duh saet di 04:00 de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê Xeme ji aliyê xizmên xwe ve li Goristana Taxa Karşiyakayê hat definkirin. Piştî definkirinê, şîna Xemê ku li ber mala wê ya li Taxa Xaçortê hat danîn bi serdanên heval û têkoşeran berdewam dike.   Herî dawî cenazeyê neviyê xwe defin kir   Di şîna Xemê ya ku bi eleqyeke mezin dewam kir çîroka wê bûka wê ya ku di heman demê de hevala wê ya têkoşînê ye Xecê vegot.  Xecê got, "Bi saya wê ez tevli Meclîsa Dayikên Aştiyê bûm. Ez bi xesûya xwe re çûne gelek çalakiyan. Ez şahidê têkoşîn, êş û azarên wê yên salên dirêj im. Her tim ji min re digot, 'Heta ez nefesê bigirim û dilopek xwîna min bimîne ez ê di nava vê têkoşînê de cih bigirim'. Temenê wê bi koçberiyê derbas bûye û zarokên wê hatine qetilkirin. Herî dawî me hefteya borî lawê min  Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ku neviyê wê ye û di pevçûneke ku di 12'ê Adarê de li Herêma Omeriyan a Mêrdînê derket de bi du hevalên xwe yên HPG'î re jiyana xwe ji dest da me defin kir.    'Ez ê ji cihê wê hiştiye têkoşînê bidomînim'   Xecê got, “Ez soz didim ku heta ez hebim wê têkoşînê ji cihê ku lê hiştiye bidomînim.  Ez ê wekî Dayika Aştiyê bi awayekî aktîf xebatên xwe bidomînim. Xesûya min bêyî ku aştiyê bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez bang li hemû dayikan dikim ku xwedî li mîrateya wî derkevin. Divê em hev û têkoşîna xwe biparêzin. Ev zilma ku îro li me tê kirin, wê sibê dilê dayikên din jî biêşîne. Divê em têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin ku dilê dayikeke din ne êşe."   'Em hevrêyên hev ên bi salan bûn'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya ku yek ji hevrêyên wê yên têkoşînê ye jî got, “Hevaltiya me bi salan dewam kir. Hevaltiya me ji hesreta me ya aştiyê hat. Di gelek çalakiyên li welat, li herêmê û li bajêr de em mil bi mil meşiyan. Ew karkerek mezin bû. Êşa me pir mezin e. Belkî bav û kalên me hev nas nedikirin, lê min bi vê têkoşînê ew nas kir, ez bûm hevrêya wê. Bi saya vê têkoşînê em li kêleka hev rawestiyan û me hev nas kir. Ji dayikên aştiyê re sersaxiyê dixwazim. Wî em sêwî hiştin. Tevî temenê xwe yê mezin jî çalak bû. Dema ku me destê wê digirt, bi gotina 'Destê min negirin, ez dikarim bimeşim' bertek nîşan dida. Di her çalakiya ku em beşdar dibûn de me digirt bin baskê xwe. Bi xwedîderketina li mîrateya wî em ê têkoşîna xwe ji bo aştiyê bidomînin. Heta ku dilopek xwîna me hebe, em ê hewl bidin layiqî têkoşîna wî bin."   'Heta sax bim ez ê têbikoşim'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Perîşan Aslan jî wiha got: “Xeme pir fedekar bû. Carinan ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dema diçû çalakiyan me agahdar nedikir. Lê dema dibihîst ku em bêyî agahiya wî diçin, bertek nîşan dida. Ji me re digot 'heta aştî pêk neyê ez li malê namînim'. Di nava malbata wê de gelek xizmên wê di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane.  Ew diya me hemûyan bû. Di serî de jin, dayik, jinên Kurd divê her kes xwedî li doza wê derkeve. Dayikan hewl dan di hemû pêvajoyan de li pêş bin. Heta ku ez karibim ez ê v ê têkoşînê bidomînim."   'Divê her dayik wekî dayê Xemê be'   Rabîa Algur a ku endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ye jî ji bo Xemê wiha got, "Em çi bibêjin em nikarin keda wê vebêjin. Gelek êş kişand. Di hemû çalakiyan de li pêş cih digirt. Ji bêhêvîbûnê hez nedikir. Wê di çalakyan em motîve dikirin. Bi hêza  wê me me baweriya xw eparast. Divê her dayik wekî Xemê di nava têkoşînê de cihê xwe bigire."