Ji bo danişîna doza rojnamegaran bang: Em bi hev re rojnamegeriyê biparêzin 2023-07-08 09:08:40     Şehrîban Aslan   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed bû de doza der barê 15 jê girtî 18 rojnamegerî de hatibû vekirin wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Hevpîşeyên wan ji bo rÛniştinê bang kirin û gotin hevalên xwe tenê nahêlin.    Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu, hatin girtin.   10 meh şûnde der barê 18 rojnamegerî de ku 15 jê hatibûn girtin de bi endamtiya rêxistinê di 12’yê Adarê de îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4’emîn dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Algaş ya dosya wê hat cûdakirin di runiştina 15’ê Hezîranê de hat tahliyekirin. Rûniştina 15 rojnamegeran jî wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Hevpîşeyan wan ji bo rûntiştinê banga tevlibûnê kirin.   Nûçegîhana MA Eylem Akdag destnîşan kir ku ji hevalên wan yên hatine girtin tenê Safiye Alagaş hatiye berdan û got: “Hevalên me ji ber nûçeyên çêkirine ji ber bernameyên TV’yan hatin girtin. Tu tiştên kirine mijara sûc, sûc teşkîl nakin. Desthilatdarî dema dikeve zorê çapemeniya azad hedef digire. Hevalên me ev salek girtî ne. Lê me tu car dest ji heqîqetê berneda. Me li derve nivîsandina xwe domand. Me pîşeya xwe parast.”   Ji bo rojnamegeran bang   Eylemê di berdewamiyê de  balkişand ser girîngiya piştevaniyê û got zext bi çapemeniya azad sînor namîne û hemû çapemenî di hedefê de ye û divê piştevaniya rojnamegeran zêde bibe û banga parastina rojnamegeriyê kir.   ‘Rojnamegerî ne sûc e’   Nivîskar rojnameger Bîrcan Degîrmencî jî balkişand ser zextên li ser rojnamegeran û wiha dirêjî dayê: “Çapemenî wek hêza çaremîn a cîhanê tê dîtin. Bêguman ev di civakên pêşketî û dewletên hiqûqê de hîna derbasdar e. Lê mixabin li Tirkiyeyê ji ber zexta otorîter a siyasî  hêza çepemeniyê ketiye bin kontrolê. Bi saya patronên çapemeniyê çapemenî ji hêza çaremîn derketiye. Di bin zextan de tê girtin. Rojnamegerî ne sûce. Em li îdianameyan dinêrin tu tiştekî ku bibe sedema girtinê tune. Ji naverokê wêdetir divê em raste rast li pergalê binêrin. Rojnamegerî ne sûc e.”   'Em ê ligel hevalên xwe bin'   Nûçegîhana ajansa me Oznur Deger jî ku yek ji 9 rojnamegerên di 29’ê cotomehê de hatibû girtin û hat berdan jî diyar kir ku wê jib o hevalên xwe berxwe bidin û rastiyê binivîsin. Oznurê wiha balkişand ser girîngiya rojnamegeriyê: “Rojnamegerên dengê jin zarok û bindestan didin bihistin tên girtin. Di 11’ê Tîrmehê de rûniştina hevalên me ye. Em ê dengê wan bilind bikin. Em ê ligel hevalên xwe bin.”