Wê li dijî zîhniyeta serdest bi têkoşîna xwe bibin bersiv 2023-07-08 09:07:12     Elfazî Toral   STENBOL - Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Ozlem Altungul da zanîn ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse û got: “Têkoşîn û bersiva jinan ji êrişên deshtilatdariyê mezintire. Têkoşîna me wê bibe bersiva stratejiya wan. Em ê ligel hev bin têkoşîna xwe bimeşînin û bibin bersiva êrişan.”   Desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariya 21 salî hema hema ji ser redkirina daxwaza azadiya jinan  meşand. Desthilatdariyê formata jina ‘makul’ ferz kir û polîtîkayên dijminê jinê jî girantir kir.   Li gorî daneyan di 2021’ê de herî kêm 311 jin hatine qetilkirin, 181 jî bi guma jiyana xwe ji dest dane. Di 2022’yan de jî herî kêm 348 jin hatin qeitlkirin û 206 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 5 mehên ewil yên 2023’yan de jî 125 jin hatin qetilkirin û 75 jî biguman jiyana xwe ji dest dan.   Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Ozlem Altungul êrişên desthilatdariyê, tundiya mêr û têkoşîn ji JINNEWS'ê re nirxand. Ozlemê da zanîn ku demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye û got: “Bi salane jin tên qetilkirin. Di statuya dewletê de jinên ku hîna nasnameya wan tune ne hene. Ji ber vê em hejmara jinên tên qetilkirin nizanin.”   Gumanbar cesaretê digirin   Ozlemê balkişand ser tifaqa ku AKP’ê bi HUDA PAR û Yenîden Rehaf re ava kiriye û wiha domand: “Tifaqa hatiye avakirin nîşan dide ku em di pêvajoyeke faşîst de ne. Di pêvajoyên wisa de yên herî zêde tên îstîsmarkirin û zirarê dibînin jinin. Divê ev pêvajo wisa bê xwendin. Peymana Stenbolê hat fershkirin. Destkeftiyên jinan niha di hedefê de ne. Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê didin kujeran.”   ‘Bersiva jinan mezintire’   Ozlemê daxuyakirin ku dewlet ji têkoşîna jinan ditirse û got: “Têkoşîna jinan ji têkoşînên din mezintire. Çalakiyên mezin jin pêk tînin. Yên dibin bersiva helwesta deshilatdariyê jin in. Pêşî li xurtbûna zîhniyeta serdest digirin. Bersiva herî mezin jin didin êrişên desthilatdariyê. Têkoşîna me wê bi biryar bê meşandin. Têkoşîna me wê bibe bersiva stratejiya wan. Em ê hilberîn û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin bersiva êrişên zîhniyeta serdest û ligel hev cih bigirin.”