ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-08 09:00:00     * Gulcan Felekoglu ya 17 sale hesinkariyê dike li dijî hemû gotinên "Ew der ayîdê mêrane" têkoşîn meşand û karê xwe veguhert hunerê. BI DÎMEN    *Hunermend Suna Alan ku di navbera kurdî û yewnanî de pira çandî ava kir sê stranên wê eleqeyek mezin dît. Yekane armanca wê ev e ku kurdî bide jiyîn û bi gelan bide bihistin. Suna diyar dike ku divê zarokên wan kurdî fêr bikin, ziman bê parastin. BI DÎMEN   * Cigîra Hevseroka MSD'ê Leyla Qehreman beşdarî komxebata têkildarê Peymana Lozanê bû got: "Di komxebatê de hat teqez kirin ku yekitiya kurdan di vê sedsalê de gelek girîng e." Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed jî da zanîn ku îro derfetek dîrokî kurdan bi dest xistiye, divê vê derfetê em baş bi kar bînin û yekrêziya kurdan pêk bînin." BI DÎMEN     * Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser tecrîdê û got: “Birêz Ocalan xwedî li aştiyê derdikeve, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwaze û ji bo azadiya Rojhilata Navîn hewl dide. Birêz Ocalan girtiyekî îradeya aştiyê ye. Ji ber vê jî di bin tecrîdê de ye.” BI DÎMEN    *Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed bû de doza der barê 15 jê girtî 18 rojnamegerî de hatibû vekirin wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Hevpîşeyên wan ji bo rÛniştinê bang kirin û gotin hevalên xwe tenê nahêlin.  BI DÎMEN    * Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Ozlem Altungul da zanîn ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse û got: “Têkoşîn û bersiva jinan ji êrişên deshtilatdariyê mezintire. Têkoşîna me wê bibe bersiva stratejiya wan. Em ê ligel hev bin têkoşîna xwe bimeşînin û bibin bersiva êrişan.” BI DÎMEN    *Xemê Akdogan a 85 salî, bi zarok û neviyên xwe re di nava koçberî, sirgûn, zilm û mirinê de têkoşîna sê nifşan girt ser milê xwe, bûka wê û hevalên wê yên di têkoşînê de gotin: "Ji bo aştî pêk bê divê her kes têbikoşe û xwedî li mîrateyan derkeve." BI DÎMEN