Wê nobeta edeletê bibin Enqereyê 2023-07-07 19:08:38   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di runiştina ku 18’ê Tîrmehê tê dîtin de biryarek adîlane dernekeve wê nobeta edeletê bibin Enqereyê.   Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ferît Şenyaşar di civînê de da zanîn ku qeyûmê şaredariya Pirsûsê keyayên ne li alî wan de ji peywirê girtiye û qeyûm tayînê şûna wan kirine û her wiha qeyûm zext li Midûriyeta Perwerdê kiriye û 20 mamoste ji kar hatine avêtin.   Ferît di berdewamiyê de da zanîn ku ew dayika xwe Emîne Şenyaşar ji ber komkujiya hatiye jiyîn ev du sale çalakiya runiştinê pêk tînin û got doz di 18’ê Tîrmehê de li Meletiyê wê doz bê dîtin û got di rewşa ku biyarek adîlane dernekeve de wê nobeta Edeletê bibin Enqereyê.