Encamnameya 7'emîn Kongreya TJK-E hat aşkerakirin 2023-07-07 12:48:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 7'emîn Kongreya TJK-E hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Li ser bingeha bîrdoziya azadiya jinê em bi ruh û aqilê hevpar têkoşînê mezin bikin, bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşin."   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), di navbera 30'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmehê de bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên jinan ên ji 7 welatan, rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê, qadên baweriyan, komîsyonên kar û saziyên cuda, bi beşdariya zêdeyî sed delegeyî pêk anî. Kongre bi dirûşma "Em bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hate lidarxistin. Kongre diyarî Evîn Goyî hate kirin ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê hate qetilkirin. Encamnameya kongreyê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.    Di encamnameyê de hate ragihandin ku li kongreyê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke rojeveke bingehîn hatiye nirxandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke destpêka polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Gelê Kurd hatiye destnîşankirin. Hate ragihandin ku jinên kurd hînî vê polîtîkayê nebûne, wê hîn nebin û hate gotin, "Dilsoziya rast a bi Rêbertî re bi wê yekê dibe ku rast fêhm bike û bi cih bîne."   Berdewamkirina êrişên berfireh   Di encamnameyê de hate gotin:    "Ji bo me nebe nabe, ku em di sala 25'an de sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Em TJK-E misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe weke pirsgirêka hebûnê dibînin, lewma di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin karê xwe yê bingehîn. Li ser vê bingehê di kongreya me ya 7'emîn de biryar hate dayin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî, têkoşînê hîn bêhtir radîkal bikin. Her wiha ji bo feslefeya azadiyê ya Rêber Apo bigihînin jinên Kurd, li ser bingeha zanekirina civakê û mezinkirina rêxistiniya jinê, plansaziyên şênber hatiye danîn.   Yek ji rojevên bingehîn ên kongreyê jî têkoşîna li dijî sîstema faşîst a AKP-MHP'ê bû işaret bi êrîşên par ên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî jin û Gelê Kurd, bi taybetî jî êrişên befireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî û qedexekirî hatin kirin.   Di kongreya me ya 7'emîn de li dijî êrişên dagirkeriyê û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê yên dijminatiya li jinan, tespîtên girîng hatine kirin û îdîaya ji bo mezinkirina têkoşînê hatiye destnîşankirin.   Têkoşîneke bi israr   Yek ji rojevên bingehîn ên kongreya 7'emîn jî rojeva 'Bi jin, jiyan, azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' bû. Di encamnameyê de hate ragihandin ku di kongreyê de hatiye destnîşankirin ku çeperên azadiyê yên heyî dikarin bi şoreşa jinê tacîdar bikin û biryardariya li ser pêngavê hatiye destnîşankirin.  Lewma biryar hatiye dayin ku pêngav li qada civakî, hemû qadên ku tevgera jinê lê belav bûye û têkiliya bi qada gerdûnê bê xurtkirin, ji bo vê jî derfet bêne seferberkirin û têkoşîna vê yekê bi israr, bi biryar û bi bandor bê meşandin.   Bi jinên cîhanî re karên hevpar   Weke TJK-E wan ji xwe re kirine berpirsyariya herî bingehîn ku asta îdeolojîk, tecrûbeya pratîkî û asta rêxistinî ya jinên kurd li nava jinên ji her gelî bê belavkrin, li dijî sîstema baviksalar bikin bingeha têkoşînê. Lewma ji bo formula 'jin, jiyan, azadî' bi rêbazên afirîner ên veguherandin û yekîtiyê bigihînin jinan hemûyan, me biryarên stratejîk wergirtin. Ji Kurdistanê heta bi Abya Yala, ji Rojhilata Navîn heta bi Asyayê ji bo danîna sîstema konfederal a jinê, ji bo xweparastin û xwerêvebirina jinê, me ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn ku karekî hevpar bi jinên cîhanî re bimeşînin.   Biryarên şênber hatin girtin   Kongreya me ya 7'emîn pêngava 'Em bi jin, jiyan, azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin' li ser bingeha seferberiya perwerdeyê weke karekî esasî dinirxîne.   TJK-E tevgereke civakî ye, herî zêde ji bo jinan nsanameyeke rêxistinî ye. Li ser bingeha karên me yên avakirinê, hate destnîşankirin ku her herêm li gorî şert û mercên xwe yên şênber rêxistiniya xwe li ser bingeha biryarên hevpar ên hêzên xwecihî bi îradeyeke hevpar bixe pratîkê.   Weke TJK-E li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê xwe dispêrin sîstemeke ku hişmendî, ked, huner û hêza jinê kiriye bingeha civakîbûna Kurd û hate destnîşankirin ku di kongreyê de pirsgirêkên pratîkî li gorî vê heqîqetê hatine nirxandin. Seferberiya rêxistinî ya ku me di kongreyên beriya niha de dabûn destpêkirin, ji bo dema nû weke karekî daîmî hate nirxandin. Bi dirûşma 'Divê her jin bi rêxistin bike, xwe bi rêxistin bike' ji bo rêxistiniya jinê ji malan heta tax û bajaran bê xurtkirin, biryarên şênber hatin wergirtin.   Hîn mezintir tevlî pêvajoya nû bibin   Di kongreya 7'emîn de biryar hate dayin ku karên avakirinê bi ruh û rêbaza seferberiyê bên meşandin. Kongreya me ya 7'emîn a TJK-E'yê ku di demeke dîrokî de hate lidarxistin, bi biryardarî û plansaziyeke berfireh a ji bo pêkanîna şoreşa jinê, pêkanîna azadiya Gelê Kurd hate lidarxistin. Ji bo serxistina vê pêvajoya têkoşîna dîrokî ya ku rêveçûna dîrokê biguherîne, biryardariya xwe nîşan da. Pêvajoya derbasbûyî careke din nîşanî me da ku bi têkoşîneke ji eşq, kelecan, hezkirin, bawerî û biryardariyê bi ser dikeve. Derfet û hêza me heye ku serketinên hîn mezintir tevlî pêvajoya nû bikin.   Li ser vê bingehê, li ser bingeha bîrdoziya azadiya jinê em bi ruh û aqilê hevpar têkoşînê mezin bikin, bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşin."