Tax bi tax û gund bi gund dê bi gel re nîqaşan bikin 2023-07-07 09:03:11     Sema Çaglak    AMED – Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, dê bi gel re pêşeroja xwe diyar bikin û got: "Em ê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareser kirin û demokratîkbûyîna Tirkiyê bi gel re xebatan bimeşînin û nîqaşan bikin."   Di çarçoveya encamên hilbijartinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk, bi pêkhateyên xwe ve civînan pêk tîne. Ji bo pêşerojê plansaziya xwe ya nû derdixin. Di çarçoveya xebatên xwe de wê hevdîtinan bi gel re pêk bînin. Her wiha dê li bajêr, navçe, tax û kolanan civînên gel bên lidarxistin û pêvajo bê nîqaşkirin.    Derheqê mijarê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn ji ajansa me re axivî.    'Kurd bûn hedef'    Pinar, daxuyand ku piştî encamên hilbijartinê wek partî nirxandinên berfirehî pêk anîne û wiha axivî: “Me ev pêvajoya nirxandinê li Enqereyê di 6-7’ê Hezîranê de dabû destpêkirin û di asta herêmî de heta 26’ê Hezîranê meşand. Di vê pêvajoyê de ji navendê heta bajar û navçeyan bi hemû pêkhateyên xwe re encamên hilbijartinê hatin nirxandin. Helbet em negihaştin encamê û derbarê negihîştina van armancan de sedemên cuda jî hene. Tê zanîn ku hilbijartin di rewşekê awarte pêk hat û di şert û mercên antîdemokratik em ketin hilbijartinê. Dewlet bi hemû hêza xwe û amûrên di destê xwe de seferber kir. Hilbijartinên îsal ên 2023’yan di navbera dewlet û Kurdan de bû. Hem daraz û hem jî medya di destê desthilatdariyê de bû. Di hilbijartinê de kurd bûn hedef."   Mekanîzmaya rexne û rexnedayînê   Pinar, destnîşan kir ku di pêvajoya hilbijartinê de gelek binçavkirin û girtin jî çêbûn û got: “Helbet rexneyên gel hene û ev rexne hemû ji bo me girîng in. Ji aliyekê ve jî xebatên hilbijartinê di nav astengî û zextan de hat meşandin. Ev yek sedemek e. Em wan yek bi yek dinirxînin û mekanîzmaya rexne û rexnedayinê dixin meriyetê."   ‘Em ê gelê xwe guhdar bikin’   Pinar, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand li ser plansaziya hevdîtinên bi gel re pêk bê: “Piştî cejnê me plansaziya hevdîtinên bi gel re pêk anî. Di vê çarçoveyê de hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyê em ê pêvajoyek bidin destpêkirin. Em ê gelê xwe guhdar bikin û daxwazên wan bigirin. Ji ber ku bingeha partiya me gel e. Bi platformekê samîmî em plansaziya xwe pêk bînin û bi vê yekê jî siyaseta xwe ya bi gel re pêş bixin. Mixabin di medyaya dîjîtal de ev pêvajo ji aliyê hin kesîman ve hat bikaranîn. Di vê pêbajoyê de xwestin hişê gel şêlo bikin û rewşa derketî holê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê divê were zanîn ku mîrateya têkoşînekê me heye û em vê têkoşînê dê her mezin bikin. Siyaseta me ya rêya sêyemîn di vî aliyê de bingeha sereke ye. Di siyaseta rêya sêyemîn de jin, ciwan û mafên hemû gelan di nav xwe de dihewîne.”   ‘Em têkoşînê mezin bikin’   Pinar, dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku jin û ciwanan dînamîka partiyê ye û got: “Desthîlatdar li dijî dijminatiya jin û ciwanan xwe bi rêxistin dike û di polîtîkayên xwe yên dijminatiyê de bi israr e. Lê jin û cîwan dê li dijî polîtîkayên dijminatiyê têkoşîna xwe mezin bike. Her wiha em ê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareser kirin û demokratîkbûyîna Tirkiyê bi gel re xebatan bimeşînin û nîqaşan bikin."