ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-07 09:00:00     * "Bêguman teşe û xwebûn wê hev temam bikin. Pîvana xweşikbûnê rastiya hev temamkirina teşe û xwebûnê ye. Yek alî destgirtin taybetiya herî esas a pergalê ye. Lê em dikarin di her qada jiyanê de nirxên etîk û estetîkê serdest bikin û xwe bigihînin xweşikbûan rast. Em dikarin bibin çavkaniya xweşikbûnê. Di vî alî de xweşikirin, têkoşîn dayîn pêwist e." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, dê bi gel re pêşeroja xwe diyar bikin û got: "Em ê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareser kirin û demokratîkbûyîna Tirkiyê bi gel re xebatan bimeşînin û nîqaşan bikin." BI DÎMEN    *Parêzvanên maf û xizmên girtiyan diyar kirin ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû civak û girtîgehan belav bûye û gotin bi şikandina tecrîdê wê civak bîhna xwe bigire û balkişandin ser tecrîdê. BI DÎMEN   *Hunermend Kudret Uçuk  ji bo kampanya ji bo hunermenda Kurd ya girtî Nudem Durak hatiye destpêkirin axivî û got: “Em destur nedin bila dengê hunermendên Kurd neyê birîn.” DÎMEN HEYE   *Jinên li taxa Şexmeqsûdê tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Em dev ji tekoşîna xwe bernadin heya ku em rêberê xwe azad bikin." BI DÎMEN