Kongreya Jinan a Zenûbiya bi dawî bû 2023-07-06 19:28:03   NAVENDA NÛÇEYAN - 2’emîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.   Li salona Mişwar a Reqayê, 2’emîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn. Di destpêka kongrayê de berdevka kombûnê Xûd El Îsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir.   Piştî nîqaşkirina rêziknameya kongreyê, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û endamên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya hilbijartin. Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku berdevka kombûnê şaxê Reqayê Xûd El Îsa xwendin.   Encamname wiha ye: “Piştî damezirandina kombûnê û ragihandina wê di 1-6-2021’an de li Reqayê û erêkirina rêziknameya wê, li ser sazûmaniya rêxistinî ya kombûnê li Reqa, Tebqa, Dêrazorê xebat hat kirin. Piştî derbasbûna 2 salan û meşandina têkoşînê, konferansên nivîsgehên kombûnê li herêmên navborî hatin lidarxistin. Heta ku kongreya giştî îro li dar ket, perspektîf, rapora kar û xebatên kombûnê hatin nîqaşkirin. Endamên koordînasyonê û meclisa giştî hatin hilbijartin. Navên nisîgehan li herêman hatin guhertin û bûn meclisên kantonan. Her wiha li ser bernameya kar û xebatan li gorî xalên li jêr hatin lihevkirin: *Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, hemle û çalakiyên têkildarî bên zêdekirin.   *Li hember êrişên dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bernameyan û hemleyan.   *Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalariyê ya desthilatdar, divê têkoşîn were mezinkirin.   *Destpêkirina hemleyên rêxistinî ji komînan a meclisan.   *Ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê, lidarxistina civînan û amadekirina bernameyan.   *Pêwîst e têgeha ekolojiyê bi rêya hemleyên zanakirinê bê belavkirin.   *Lidarxistina bername û hemleyên zanakirinê têkildarî tenduristiya jinan û zarokan.   *Ji bo xurtkirina jinan di tevahiya aliyan de, vekirina dewreyên meslekî û fikrî yên vekirî û girtî.   *Vekirina werşeyên fikrî, siyasî û aboriyê.   *Çalakirina projeyên aboriyê di gelek aliyan de ji bo pêxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji gelek jinan re.”