Bêrîvan Xalid: Rê nedin Lozaneke nû 2023-07-06 15:32:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, di komxebata têkildarê Peymana Lozanê de axivî de got: "Em bang li Gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku refên xwe bikin yek û nakokiyên xwe derbas bikin da ku planên li dijî Gelê Kurd têk bibin."    Komxebata Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir didome. Ji gelek welatên Ewropa û Rojhilata Navîn zêdeyî 150 hiqûqnas, siyasetmedar û lêkolînerên li ser Rojhilata Navîn kar dikin, beşdar bûn.   Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê de axivî.   Bêrîvan Xalid diyar kir ku piştî çend rojan Peymana Lozanê sedsaliya xwe temam dike û got: "Peymana ku 24`ê Tîrmeha ??1923`yan de li bajarê Lozan ê Siwîsrayê di navbera aliyên navneteweyî û ?herêmî de hatibû îmzekirin. Li gorî wê jî Kurdistan di navbera Tirkiyê, Iraq, Sûriye û Îranê de ?hate parçekirin. Bi vê yekê Lozan bû yek ji xeternaktirîn peymanên ku li ser hesabê gelên herêmê yên ?Kurd, Ereb û Suryan tên kirin e.?"   Bêrîvanê, Peymana Lozanê wekî komployeke qirêj ku dewletên serdestiyê yên sedsala borî  beşdarê bûne, bi nav kir û diyar kir ku bi Lozanê re Gelê Kurd ket pêvajoyeke tarî û bû qurbanê mezin ê vê peymanê.   Tunekirina îradeyê   Bêrîvan, anî ziman ku Peymana Lozanê ji berê de û heta niha derbeyeke biêş li dijî gelan û wiha dom kir: “Amûrên şer û tepisandinê li dewletên ku Kurdistan parçe kirine li djiî gelan xistin meriyetê. Pê re koletî, kuştin, girtin, koçberkirin, rûxandina gund û bajaran, hewldanên tunekirina ?nasnameyê, ziman û hebûna neteweyî, tunekirina îradeyê û mîrata çandî, ?şerên qirkirina komî mîna Kembera Ereban li Sûriyeyê û Enfal û kîmyebarana li Iraqê, dest pê kirin. ?Projeya Anadolê projeyeke asîmîlekirinê bû. Sûc û binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, guhertina demografiya herêmên dagirkirî û koçberkirina xwecihên herêmê jî berdewama Projeya Anadolê ne.”   Bêrîvanê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ruxmî Lozanê û lihevkirin û komployên din ên li dijî gelê Kurd, Gelê Kurd paş de gav neavêt û têkoşînê didomîne û got: “Destkeftiyên ku îro li Rojava, Bakur û ?Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin mînaka herî berçav a vê têkoşînê ne.?"   Dagirkirina herêman   Bêrîvanê, anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser îradeya gelan a ji bo jiyana demokratîk ya li ser esasê jiyana aştiyan û biratiya gelan temsîl dike û wekî li hember projeyên qirkirina etnîk, çandî û neteweyî yên ji dema Lozanê de û heta niha, bersiv e?   Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku aliyên Peymana Lozanê îmze kirine bi taybet ??dewleta Tirk êrişî tecrûbeya demokratîk a gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û wiha pê de çû: “Ev êriş israra dewleta Tirk a berdewamkirina hişmendiya 'Lozanê' di nêzîkatiya li hember welat, gelan û dozên wan de nîşan dide. Dewleta Tirk dixwaze sînorên Lozanê jî derbas bike û hewl dide împratoriya Osmanî ya têkçûyî vejîne. ??Dagirkirina hin herêmên bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destwerdana leşkerî ??li Iraq û Lîbyayê, bikaranîna çeteyan û destekdayîna terorîstan jî nîşaneyên çavnebariya dewleta Tirk in.”   'Piştgiriyê bidin mafên rewa yên Gelê Kurd'   Bêrîvan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi sedsaliya Lozanê re, em li dijî her peyman, girêbest an jî ??lihevkirinê ne ku li ser hesabê gelan û hêviyên wan ên azadî û demokrasiyê hatine îmzekirin an jî dê werin îmzekirin in. Em bang li hêzên navneteweyî û tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û alîgirên azadiya ??gelan dikin ku piştgiriyê bidin mafên rewa yên Gelê Kurd.”   Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku refên xwe bikin yek û nakokiyên xwe derbas bikin da ku planên li dijî gelê Kurd têk bibin û got: "Têkoşîna azadiyê daxwaz e û rêyeke jê veger nîn e. Rêveberiya Xweser bi hemû ??pêkhateyên xwe dê nehêle ku 'Lozaneke' nû yan jî peyam û lihevkirineke mîna wê dubare bibe.”