Di Komxebata têkildarî Peymana Lozanê de pêşangeha wêneyan 2023-07-06 15:25:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata li ser Peymana Lozanê de wêneyên binpêkirinên li dijî Gelê Kurd ên piştî Peymana Lozanê hatin pêşandan.   Di roja yekemîn a komxebata têkildarî Peymana Lozanê de wêneyên ku êşên Gelê Kurd û bandorên Peymana Lozanê belge dikin, hatin pêşandan.   Di komxebatê de pêşangeheke wêne û nexşeyên Kurdistanê yên encamên Peymana Lozanê hate vekirin. Wêne balê dikişînin ser komkujiyên li dijî Gelê Kurd û rêveberên wê. Di wêneyan de berxwedana gel a li hemberî dagirkeran, di serî de dewleta Tirk a dagirker jî tê nîşandan.   Komxebat bi rûniştina yekemîn a bi navê "Rewşa siyasî ya herêmê berî Peymana Lozanê" dewam dike.