Komxebata NRLS’ê ya li ser Peymana Lozanê dest pê kir 2023-07-06 10:41:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata têkildarî Peymana Lozanê ya NRLS’ê bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn dest pê kir.    Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ku di Tîrmeha 1923'yan de hatibû îmzekirin, li bajarê Hesekê dest pê kir. Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve bi navê  “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" tê lidarxistin.   Di komxebatê de zêdetirî 150 kesayetên siyasî, hiqûqî û lêkolînerên kar û bar û dozên Rojhilata Navîn ên ji Kurdistanê û welatên din, şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serkêşiya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, navendên lêkolînan ên li herêmê û saziyên ragihandinê beşdar bûne.   Piştî rêzgirtinê, endamê Desteya Rêveber a NRLS'ê Rakan Şêxî bixêrhatina mêvanan kir û der barê armanca komxebatê de got: "Armanc ji vê komxebatê ew e ku balê bikişînin ser Peymana Lozanê, lihevkirinên li ser hesabê Gelê Kurd hatine îmzekirin û êşên ku vî gelî ji ber van lihevkirinan kişandine, her wiha dozên ku heta di encama van lihevkirinan de heta roja îro nehatine çareserkirin. Armanceke din jî ew e ku bihêlin aliyên peywendîdar van lihevkirinan careke din di ber çavan re derbas bikin, mafan ji xwediyan re vegerînin û zilmê ji ser gelan rakin.”   Komxebat bi axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid dewam dike.   Li gorî bernameya komxebatê, dê li ser navê Buroya Hiqûqê ya Asrinê axaftinek were kirin.   Di roja yekemîn a komxebatê de dê sînevîzyonek li ser Peymana Lozanê û sûcên di encama vê peymanê de pêk hatine, were pêşandan. Her wiha dê pêşangeha wêneyên têkildarî bandorên vê peymanê bê vekirin û dê 3 rûniştin bên lidarxistin.   Dê beşdar di rûniştinan de behsa "Rewşa siyasî ya herêmê berî peymana Lozanê; Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20'an de li dijî Kurdan pêk hatine; Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd" nîqaş bikin.   Dê di roja duyemîn de jî "Rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku rastî wan tên; rê û rêbazên rûbirûbûna şerê tunekirinê yê ku gelê Kurd armanc digire; Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş" were nîqaşkirin.