ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-06 09:00:00     * Xezal Tunç ya di salên 90’î de li dijî polîtîkayên dewletê yên li herêmê û zîhniyeta serdest ya mêr serî hilda, ji Mijin heta Kaponîs ji wir heta Iraqê û piştre dîsa hat ser axa xwe. BI DÎMEN    *Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo rûniştina doza 16 rojnameger ên ku dê di 11’ê tîrmehê de li Amedê bê dîtin banga tevlibûnê li rêxistinên pîşeyî, rojnameger û rayagiştî ya demokratîk kir.   *Cansu Erkmen da zanîn ku Cejna Evvel Temmuz a şopa jiyana komunal dihewîne piştî erdhêjê zêdetir watedar bûye û li dijî asîmîlasyonê  li her derê gelê Hatayê wê ligel hev bin. BI DÎMEN    * Li gorî çeteleya meha Hezîranê ya ajansa me 25 jin hatin qetilkirin û 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ