Li kujerê Makbule Sevînç cezayê muebetê hat birîn 2023-07-05 17:56:45   MÛŞ - Li Necat Sevînç ku Makbule Sevînç qetil kiribû cezayê muebetê hat birîn.   Necat Sevînç, di sala 2021'ê de, li ser rêya Erziromê hevjîna xwe Makbule Sevînç kuştibû. Danişîna biryardayînê ya dozê îro li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a a Mûşê pêk hat. Kujer Necat Sevînç ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Ji xeynî parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Mûşê, dayik Adîle Guler û endamên malbatê jî tevlî danişînê bûn.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Piştî parastina kujer, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê ji sûcê "kuştina bi qestî" cezayê muebedê li Necat Sevînç birî.