Nobeta Edaletê ya malbata Şenyasar di roja 835'an de ye 2023-07-05 17:37:27   RIHA - Malbata Şenyaşar ku nobeta xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî got: "Têkoşîna Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 835 roj in didome. Ên dilbirehm dê vê dayikê bibînin."    Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku xizm û parêzvanên parlementerê AKP'ê yê berê Îbrahîm Yildiz di 14'ê Hezîrana 2028'an de li Pirsûs a Rihayê 3 ferdên wê qetil kiribûn, 835 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Emîne Şenyaşar ku ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê, li cihê ku wekî "Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşar" tê binavkirin, dest bi nobedê kir. Emîne Şenyaşar pankarta "Edalet ji bo malbata Şenyaşar" li bariyerên beton ên li ber edliyeyê daliqandi û ji welatiyên serdana wê kirin re behsa komkujiya hatiye serê wan û tiştên piştî komkujiyê qewimîne gotin.   Her wiha li ser hesabê çapemeniya civakî a malbatê jî ev daxuyanî hat dayin: "Têkoşîna Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 835 roj in didome. Ên dilbirehm dê vê dayikê bibînin."