Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê xebitim 2023-07-05 15:34:06     ENQERE - Danişîna 2'yem a rojnamegerên ku di meha hezîranê de hatibûn tehliyekirin pêk hat. Di danişînê şahîdê nepen ji bo pirsa parêzer Ozgur Erol “Gelo te ev xebat li ser navê dewletê kirine? bersiva “Erê” û ji bo pirsa “Tu peywirdarê cemaweriyêyî yan na?” jî bersiva “Na" da.     Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di 25’ê cotmeha 2022’yan de bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinan de 9 rojnameger hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatin girtin. Her 9 rojnameger jî di 16’ê hezîrana îsal de hatin berdan. Duyemîn danişîna doza rojnamegeran hate lidarxistin. Danişîna doza Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Gozelyuz û Zemo Aggoz, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ku demekî li bûroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kir dihatin darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin.    Ji rojnamegeran Zemo Aggoz, Denîz Nazlim, Gozelyuz, Hakan Yalçin û Mehmet Gunhan tevlî danişînê bûn. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî danişîn şopandin.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir.    Nûçeya Doza Dedeogullari wek sûc hat nîşandan    Piştre jî ji ewil rojnameger Zemo Aggoz parastina xwe kir û diyar kir ku doza li wan hatiye vekirin têkiliya xwe bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê re heye û wiha got: “Hewl didin bi îdiayên vala rojnamegeriya me krîmînalîze bikin. Ji ber ku em li MA’yê dixebitin lewma ev tawanbarî li me tên kirin. Dozên ku hûn serokatiya wan dikin jî di nav de, min gelek dozên li edliyeyê şopandin. Ew tiştên me di wan nûçeyan de nivîsandine tevek jî di qeydên we de jî hene. Heta nûçeyên me derheqê Doza Dedeogûllari de çêkirin jî weke sûc hatine nîşandan.”    Zemo, da zanîn ku hevdîtinên wê yên bi xwişka xwe re kirine jî weke sûc hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Ev axaftin çawa dibin sûc? Her wiha di raporên MASAK’ê de cih dane pereyê min şandî û ji min re hatiye şandin. Ev tiştekî pir asayî yê jiyanê ye. Min nûçe çêkirin û pereyê wê standiye. Ma ez pereyê xwe negirim?”    Zemo her wiha bal kişand ser îfadeyên şahidan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber îdiayên vir û vala, hem rojnamegeriya me û hem jî ajansa em lê dixebitin tê tawanbarkirin. Ji ber van îdiayan, 45 rojan min nekarî şîr bidim pitikê xwe. Ji ber van îdiayên bêbingeh, ez neçar mam ku tevî pitikê xwe yê 10 mehî bêm vê derê. Ez dixwazim biryara şertê kontrola edlî yê derheqê min de were rakirin.”    Pisên dadgehê...    Piştre jî li şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" hate guhdarîkirin. Şahidê nepen, îfadeyê xwe yê di lêpirsîna dozgeriyê de dubare kir. Şahidê nepen  "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku rojnameger Denîz Nazlim di salên zanîngehê de tevlî xebatên xwendekaran bûye û hewl dan van xebatan îllegalîze bike.    Balkêşe ku di vê navberê de serokê dadgehê ev pirs ji şahidê nepen kir: “Denîz Nazlim piştî DÎHA’yê di MA’yê de xebitî. Gelo endamên rêxistinên yên girêdayî Duran Kalkan ev talîmat dayê?”    Îfadeyên şahidê nepen hat xwendin   Li gel ku rojnameger Selman Gozelyuz heta niha tu carî li Wanê nexebitiye jî, şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku Gozelyuz li Wanê xebitî ye. Şahidê nepen ji bo rojnameger Ceylan Şahînlî jî got ku li Enqereyê nûçegihantiyê dike.    Têkildarî rojnameger Habîbe Eren jî şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" got “derheqê wê de agahiyeke zelal ber destê min nîne” û ev îdiaye kir: “Li gorî min endama rêxistinê ye.” Piştre jî îfadeyên şahidê nepen ên li dozgeriyê hatin xwendin.    Şahîdê nepen bersiv neda   Rojnameger û parêzeran cara ewil îfadeyên şahidê nepen li eywana danişînê bihîstin. Şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku li MA’yê xebitî ye û “agahiyên” têkildarî rojnamegeran jî li wir bi dest xistine. Bi domdarî jî got: “Îfadeyên ez didim, ji hêla her kesên li MA’yê dixebitin ve tên zanîn.” Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “Tu çiqas dem li MA’yê xebitî? ji şahidê nepen kir lê bersiv neda.    'Agahiyeke şênber heye gelo?'   Piştre jî parêzerê Dîren Yurtsever, Ozgur Erol axivî. Ozgur, ji şahidê nepen pirsa “We îfadeyê xwe di kîjan dîrokê de da?” kir. Şahidê nepen jî got ku bi bîra wî nayê. Li ser pirsa “We ev îfadeye di çarçoveya lêpirsîneke derheqê we de hatiye destpêkirin de da?” jî weke “Na” bersivand.    Îcar jî Ozgur pirsa “We di îfadeya xwe de got ku her kes bi van xisûsan dizane. Gelo ji bo te tiştekî xwezayî ye ku tiştên wiha ewqas rêxistinî ji hêla her kesî ve bên zanîn?” Şahidê nepen jî got; “Tiştekî xwezayî ye.” Erol, vêcarê jî ji bo îdiaya “DFG li ser fermana rêxistinê hatiye avakirin” pirsa “agahiyeke şênber di destê te de heye?” kir. Li ser vê yekê jî şahidê nepen got ku di destê wî de agahiyên şênber nînin lê ev agahî bihîstine.    Parêzer Ozgur Erol piştre jî pirsa “Gelo te ev xebat li ser navê dewletê kirine?” kir. Şahidê nepen jî got; “Erê.” Ji bo pirsa “Tu peywirdarê cemaweriyêyî yan na?” jî şahidê nepen got; “Na.”    'Bi xebatkaran re peyman îmze dikin'   Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê rojnameger Ferhat Çelîk jî li ser SEGBÎS’ê weke şahid lê hate guhdarîkirin. Ferhat, diyar kir ku bi kesên ku di ajansê de dixebitin re peymanê îmze dikin û da zanîn ku rojnamegerên tên darizandin jî beriya ajansê dewr bigire dest bi kar kirine. Ferhat, îdiaya “Kes bi fermana rêxistinê tên peywirdarkirin” jî derewand û wiha domand: “Navenda me ya nûçeyan heye. Bi awayekî xwezayî em jî di çarçoveya pêdiviyan de bi nûçegihanan re dişêwirin. Li Rihayê pêdiviya me pê hebû û me jî Emrûllah şande wê derê. Me tu ferman ji tu kesî negirtine.” Serokê dadgehê jî pirsa; “Çima hûn her tim nûçeyên bi heman şêweyî çêdikin?” ji Ferhat Çelîk kir. Ferhat jî got ku ew rojnamegeriyê gelemperî li ser bingeha maf û gel dikin.    'Haya min ji îfadeyên şahîd tune ye'   Rojnameger Mehmet Gunhan jî têkildarî îfadeyên şahidê nepen axivî û got: “Her tiştên hatine kirin, weke ku bi fermana rêxistinê hatibin kirin tên nîşandan. Li Tirkiyeyê nêzikatiyek heye ku dê bibêjî qey îradeya mirovan tune ye. Îro jî ji bo çapemeniyê heman rewş derbasdar e. Ez rastî tu xebatên rêxistinî nehatim. Haya min ji sedî 1’î îfadeyên şahid tune ye.”    Serokê dadgehê ev pirs kir: “Te fakûlteya tipê di 12 salan de nekarî xelas bikî. Gelo li gorî te ev tiştekî asayî ye?” Li ser vê yekê Mehmet Gunhan jî ev bersiv da: “Di nava van 12 salan de ez 6 mehan di nava çapemeniyê de xebitîm. Di rojên din de jî ez li nava zeviyan dixebitîm. Hûn çawa vê rewşê bi hev ve girê didin.”    'Hewl didin xebatkaran krîmînalîze bikin'   Rojnameger Selman Gozelyuz jî xwest ku biryara şertê kontrola edlî ya derheqê wî de were rakirin û materyalên dijîtal lê werin vegerandin. Selman  Gozelyuz wiha axivî: “MA, ji AA’yê pir rewatir e. Hûn hewl didin me û xebatkarên MA’yê krîmînalîze bikin.”    Parêzeran jî diyar kirin ku îdiayan qebûl nakin û dê di demên piştre de îfadeyên berfireh bidin. Parêzer Hulya Yildirim, xwest ku hemû rojnameger ji dozê bên warestekirin.     Dadgehê, navberekî kin da û piştre biryara xwe da. Dadgehê, biryar da ku şertê kontrola edlî bidome, daxwaza îadekirina materyalên dijîtal red kir. Her wiha biryar da ku li Ozgur Baran û Huseyîn Dorudenîz weke şahid bê guhdarîkirin.    Danişîna din jî taloqî 26’ê cotmehê hate kirin.