Qetilkirin zêde dibin: Sedem polîtîkayên bêcezahiştinê ye 2023-07-05 09:02:25     Nazlican Yildiz    ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku sedema zêdebûna qetilkirina jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ye û gotin wê bi têkoşîna li kolanê re bibin bersiv û rêxistinbûnê mezin bikin.   Tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Biryarên ji aliyê dadgehê ve tên dayîn jî ne gumanbar, jin sûcdar tên dîtin û jin hedef tên girtin. Piştî Yenîden Refah û HUDA PAR ket meclîsê dijminahiya li hember jinê tê rewakirin. Jin diyar dikin ku çareserî têkoşîn û rêxistinbûne.   Jin tune tê hesibandin   Ji Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytekîn da zanîn ku sedema zêdebûna kuştinên jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ye û bi hedefgirtina jinan a ji aliyê HUDA PAR û Yenîden Refah wê êrişên li hember jinan zêde bibin. Nevînê wiha dirêjî dayê: “Bi taybet li hember jinan û LGBTÎ’yan êriş dane destpêkirin. Ligel vê fetvayên zarokên keç yên 12-13 salî dikarin bizewicin dan. Hewl didin jinan tune bihesibînin. Dema jin tên qetilkirin rêxistinên jinan, partî û femînîst xwedî lê derdikevin. Lê ev têr nake. Divê em li dijî tundiyê bi awayekî topyekun têbikoşin.”   ‘Hewl didin jinan biçewisînin’   Nevînê, daxuyand ku li pêş têkoşîna jinan astengî hene û wiha anî ziman: “Dizanin ku dengê jinan derkeve wê pêşî li hinek tiştan bê girtin. Jin dadikevi kolanê, piştî vê furya girtinê didin destpêkirin. Ji bo pêşî li jinan bigirin her cureyê zextê dikin dewrê. Demên dawî de bi êrişan dixwazin jinan bêdeng bikin biçewisînin. Têkoşîn gelek girîng e. Divê rêxistinên jinan bi hev re têbikoşin. Divê em vê nîqaş bikin. Me destkeftiyên xwe bi têkoşîna li kolanan bidest xist. Divê em dakevin kolanan û têbikoşin.”   ‘Hewl didin mafên me ji destê me bigirin’   Ji Platforma Jin bi Hev re bi Hêz in Mehtap Alîşan jî destnîşan kir ku qetilkirina jinan polîtîk e û got ev pergal pir zêde êrişê jinan dike. Mehtabê wiha domand: “Jin qels tên dîtin. Lê divê neyê jibîrkirin ku jinan bi têkoşîna xwe ji xwe re qad afirandin. Me bi têkoşînê destkeftiyên xwe bidest xistin. Niha ji bo mafên me ji destê me bigirin her tiştî dikin. Piştî hilbijartinan zext zêde bûn. Lê têkoşîna jinan wê hebûna xwe bihûne û rêxistinbûna xwe pêk bîne.”   ‘Jin bi sedsalane li kolanan e’   Mehtabê bûyera Kadîr Şeker bibîr xist û wiha bi lêv kir: “Divê mriov li dijî qetilkirina jinan bêdeng nemînin. Dema tundî li jinekê tê kirin an jî jin tên qetilkirin dibêjin neçin mudaxale nekin. Dibêjin hûn biçin wê ev tişt bê serê we jî. Lê yekitî gelek girîng e. Divê têkoşîna rêxistinkirî bê meşandin. Em hebûn, em hene û em ê hebin.”   ‘Pergala darazê  gumanbaran diparêze’   Ji Pîrebokên Kampusê Zîlan Kubat jî destnîşan kir ku zêdebûna kuştinên jinan ji ber pergala darazê pêk tê û wiha domand: “Ji roja darazê serxwebûna xwe winda kiriye, ketiye bin kontrola yek mêrî biryarên ku jinan sucdar dikin tên dayîn. Mînak ceza nadin gumanbarê destirêjiyê. Yek ji van jî gumanbat Mûsa Orhane. Ji aliyê Suleyman Soylu ve hat parastin. Lê jinên ku ev qebûl nekirin yên wekê Ezgî Mola û Farah Zeynep hatin cezakirin.  AKP hewl dide jina makul bikafirîne. Lê nikare bêje. Jin têdikoşin û hemû serî hil didin. Îtîraz dikin. Ez bang li hemû jinan dikim. Em dikarin jiyanên xwe bi rêxistinbûnê biparêzin.”