Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin 2023-07-04 11:56:21     RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 834 roj in didome. Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê îro serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama domandina têkoşînê dan.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.    Çalakiya malbatê di roja 834’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.    Serdanên piştevaniyê bo malbatê jî berdewam dikin. Malbatên qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) serdana Malbata Şenyaşar kirin.     Dîlek Şeker a ku bavê wê Îsmet Şeker di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû diyar kir ku ew wek malbatên Pirsûsê 8 sal in li benda edaletê ne û got: “8 sal in em dibêjin ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet. Îro dîsa em wisa dibêjin. Êşa me û Malbata Şenyaşar wek hev e. Edalet tune ye. Lê dîsa jî em li edaletê digerin. Em ê her tim li cem malbatên edaletê dixwzin bin. Em natirsin.”    Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar jî qetlîama Pirsûsê bi bîr xist û got: “Ciwanên hatibûn Pirsûsê mêvanên navçeya me bûn. Ji ber ku me nikaribû mêvanên xwe biparêzin em helaliyê ji malbatên wan dixwazin û em li vir soz didin heta ku edalet pêk were û kujerên rasteqîn bên darizandin wê têkoşîn û piştevaniya me bidome.”     Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Nazêgul Bahar Boyraz di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da jî destnîşan kir ku ya ku wan aniye cem hev doza edaletê ye.