KCDP: Di meha hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin 2023-07-03 20:29:02     STENBOL - Li gorî daneyên çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya KCDP'ê 22 jin hatin qetilkirin 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên meha hezîranê parve kir. Li gor raporê  22 jin hatin qetilkirin 27 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Jinên ji ber xwestin dest ji mêrê pê re zewicî berdin, ji ber daxwaza zewacê red kirin, ji ber têkiliya hestiyarî red kirin hatin qetilkirin. Her wiha ji ber hinceta aboriyê û hinceta pevçûnê jî jin hatin qetilkirin.