Li Efganîstanê kuaforên jinan tên girtin 2023-07-03 14:17:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban vê carê jî ferman da ku ruhsata hemû salonên kuaforên jinan bên betalkirin.   Talîban ê ku di sala 2021’ê de rêveberiya Efganistanê desteser kir mafê jinan hemû desteser kir. Wezareta Refah û Qedexekirinê ya Talîbanê, li ser medyaya Efganistanê nameyek weşand û da xuyakirin ku dê hemû ruhsatên salonên kuaforên jinan bên betalkirin.   Hat diyarkirin ku dê heta 5’ê tebaxê ji bo girtina salonên kuaforên jinan wext hatiye dayîn û piştî vê dîrokê hemû lînas û peymanên salonên kuaforên jinan dê bên betal kirin.   Piştî ku Talîbanê nêzî du sal berê Afganîstan xist bin kontrola xwe, li ser jinan qedexeyên cuda hatin sepandin. Talîbanê ji ber ku dibistan û zanîngeh ji jinan re girtin, îstîhdama jinan a di hemû saziyên dewletê û yên sivîl de jî bi dawî kir. Piraniya jinên ku ji ber bêkar in serî li kuafor û terzîtiyê didin, bi vê fermanê dê dîsa bêkar bimînin.