Êrîşa zayendî ya li Efrînê li taxa Şêxmeqsûd hat şermezarkirin 2023-07-03 12:30:07       HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyeke ku hat dayîn êrîşên zayendî ên li dijî zarokên li Efrînê hatin şermezarkirin.    Êrîş û destdirêjiya li dijî jin û zarokan li herêmên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê komên girêdayî dewleta rirk ve tên kirin bi dawî nabin. Van komên girêdayî dewleta Tirk herî dawî li Efrînê êrîşa zayendî li zaroka 13 salî kiribûn û êrîş bibû sedema bertekên tund. Di çarçoveya van bertekan de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di pêşengiya Rêxistina Sara  a li dijî Tundiya li Jinê û Komîteya Şilêr a Zarokan de daxuyanî hat dayîn û êrîşên zayendî ên li dijî zarokên Efrînê hatin şermezarkirin. Daxuyanî li pêşiya Rêxistina Sara ji aliyê Rêvebera Komîteya Şilêr Evîn Şêxo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de endamên sazî û meclîsên jinan amede bûn.   Daxuyanî wiha ye:   " Herêmên dagirkirî her roj bi êrîş, kiryar û bin pêkirinên mafan  ên komên çekdar ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike re rûbirû dimînin.  Her wiha Di van damên dawî de me dît ku bûyerên kuştin û desavêtinê li Efrîna dagirkirî ji aliyê komên çete ve zêde bûne.  Keça 13 salî ji aliyê çeteyên bi navê koma Hemze ya girêdayî dewleta tirk ve destdirêjî lê hat kirin ku bi bavekî nexweş û dayîkek nexweş re dima û bi hinceta ku wê alîkarî bdiin keçik birine û destdirêjî lê kirine.  Dubarebûna van sûcan mezintirîn belgeya hovîtiya van aliyan û kriyarên wan yên ne mirovî li dijî zarok, jin û civakê bi giştî  ye.   Em wek komîteya Jin û  Zarokan a Şilêr û Rêxistina Sara van binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl dikin li dijî van pêkanînan bikevin tevgerê."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.