Xwebûn bi manşeta 'Azadî parastinê dixwaze' derket 2023-07-03 09:18:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 185’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Azadî parastinê dixwaze” derket û bale kişand ser rewşa girtiyan û binpêkirinên mafên ên li girtîgehan.   Hejmara 185’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Azadî parastinê dixwaze” derket. Di hejmara xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyan û binpêkirinên mafên girtiyan. Nivîskarê rojnameyê Felemez Ulûg, di nivîsa xwe ya heftê de li ser mijarê rawestiyaye û nirxandinan kiriye.    Her wiha rojnameyê di surmanşeta xwe de jî cih daye hevpeyvîna ku der barê komkujiya Bismilê de bi Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman.    Di rûpelê jinê de li ser wate û têşîna jinan nûçe analîzek hatiye amadekirin.    Der barê êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî rojnameyê bi Rêveberê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê re nûçeyek çêkiriye.    Di rûpelê Kirmanckî yê rojnameyê de li ser komkujiya Madimakê nûçeanalîzek hatiye amadekirin.   Di rûpelê Çandê de jî bi KASED û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê re der barê proje û xebatên wan ên nû de du nûçe hatine amadekirin.