Tecrîd didome, girtiyên nexweş nayên berdan: Daraz di bin bandora îktîdarê de ye 2023-07-03 09:15:13     Rojda Aydin    AMED - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê giranbûye li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Girtiyên siyasî ligel hemû serlêdan û helwdanên me nayên berdan. Daraz di bin bandora îktîdara siyasî de ye.”   Polîtîkayên tecrîdê ya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, di serî de bandorê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha bandorê li tevahiya jiyana civakan dike. Saziya Tiba Edlî (ATK) jî bi raporên xwe piştevaniya polîtîkayên tecrîdê dike û rê li ber berdena bi sedan girtiyên nexweş digire.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, têkildarî mijarê de axivî.    ‘Tecrîda girankirî li hemû girtîgehan belav bûye’   Şehrîban, destnîşan kir ku ev demeke dirêje li hember Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û ev yek veguheriye îşkenceyê. Şehrîban, anî ziman ku tecrîda ku her ku diçe giran dibe li hemû girtîgehan jî belav dibe û got: “Bêhiqûqiya ku li Îmraliyê destpê kiriye bandorê li girtîgehên dinê jî kiriye. Ev demek dirêje ji Birêz Ocalan tu agahî nayê girtin. Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê pêk bînin. Ev mafên ku di qanûnên herî bingehîn ên înfazê û qanûnên navneteweyî de heye tê îhlalkirin. Çi dibe bila bibe, di çi şert û mercê de dibe bila bibe girtiyên ku çiqasî ceza girtibe jî ev maf tên parastin. Lê belê di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de em pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber bê hiqûqiya li vê derê tê jiyîn li girtîgehên din jî wek tecrît û îzalasyon derdikeve pêşiya me.”   ‘Biryarên DMME’yê nayê nasîn’   Şehrîban, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa girtîgehan: "Her meh em di raporên xwe de jî aşkere dikin ku; girtî pirsgirêkên têkiliyê dijîn, name û raporên ku dişînin tên windakirin, an jî nameyên ku ji wan re tên nagihîje destên wan. Ji ber vê yekê jî di girtîgehan de bê têkiliyek mezin tên jiyîn. Her wiha girtî nikarin bi xizmên xwe re têkiliyê deynin. Nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Bi sirgunkirinê re têkiliya girtiyan bi malbatan re tên qûtkirin. Der barê vê yekê de ligel ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a binpêkirina mafên jiyanê ya taybet heye jî, girtîgeh bêyî biryara girtiyan wan sirgûn dikin."   Girtiyên nexweş nayên berdan    Şehrîban, destnîşan kir li girtîgehan mijara sereke rewşa girtiyên nexweş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel biryarên ku divê bê tahliyekirin hebin jî girtiyên nexweş nayên berdan. Bi taybetî di demên dawiyê de înfazên girtiyan tê şewitandin û ev yek gelek zêde bûye. Herî dawî di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yem a Rihayê de girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursu ku 31 sal in girtî ye, cara duyem bêyî hincet înfaza wî hat taloqkirin. Dîsa Girtîgeha Jinan a Sîncanê de jî taloqkirina înfazê gelek tên jiyîn û ev yek veguheriye wek îşkenceyê. Li gelek girtîgehên dinê jî bi heman pêkanînên kêyfî hene. Lijneyên Çavderî ya Îdarî jî veguheriye wek darazê. Poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Nîqaşên sûbjektîf tên kirin û înfazên wan tên taloqkirin. Mafê azadî û ewlehiyê ya girtiyan tê îhlalkirin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e ji ber şert û mercan bêtir zehmetiyan dikişînin."   ‘Rewşa girtiyan divê her di rojevê de be'    Şehrîban, destnîşan kir ku ji bo rewşa girtiyên nexweş serlêdanên ku dikin hemû bê encam dimînin û wiha pê de çû: “Di sewqkirina nexweşxaneyê de pirsgirêkên mezin tên derxistin. Bijîşkên girtîgehê ji bo sewqê rapor dinivîse, lê sewqa girtiyan çend mehan tê taloqkirin. Ji bo vê yekê hertim hincetên cûr bi cûr tên nîşandan. Rêveberiya girtîgehê ji tenduristiya girtiyan berpirs e. Ji bo tedawiya girtiyên nexweş divê şert û merc bên başkirin û pêkanîn. Girtiyên ku ji ber nexweşiyên xwe nayên tehliyekirin, mafê wan ê tedawiyê jî tê astengkirin. Her wiha girtiyên ku dema dibin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyan tên muayene kirin. Ji ber pêkanînên xirap û îşkenceyê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Divê rewşa girtiyan tim di rojevê de be.”   Li girtîgehan polîtîkayên cudakariyê    Şehrîban, daxuyakirin ku di navbera girtiyan de polîtîkayên cûdakariyê tê meşandin û li dijî hêmanê wekheviyê jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "“Kesên ku ji sûcên din, wek kesên hîzbûllahî bi hincetên tendûristiyê hatin tahliyekirin. Lê belê gelek girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e, wek Mehmet Emîn Ozkan ku me kir rojevê jî nayên berdan. Tehliyekirinina endamên hîzbullahê encama tifaqê ya hilbijartinê ye. Her wiha tenê bi vê yekê re sînordar namînin û kesên ku bi sûcên din girtîne jî tên berdan. Her wiha mafê girtiyan a bi telefonê ya bi hevdîtina bi dîmen heye. Lê girtiyên siyasî ji vê mafê sûdê nagirin wekî gelek mafên din. Desthilatdariya siyasî yên ku pê re têkildar e wan tehliye dike. Ev polîtîka bi destên darazê wek îşkence derdikeve pêşiya girtiyên siyasî û di nav ceza de ceza didin."   ‘Hewldanên me di hêla hiqûqî de didomin'    Şehrîban, bi lêv kir ku ew wek OHD li dijî pêvajoya bêhiqûqiyê ew nava hewldanên hiqûqî de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê bê hiqûqiyê û binpêkirina mafê girtiyan serlêdanên xwe dikin. Dema ku serlêdanên me yên li dadgeriyên înfazê tên redkirin, em serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dixin. Lê belê li Dadgeha Destûra Bingehîn jî zêde biyarên erênî dernakevin. Dema ku derbikevin jî ev biryar nayên pêkanîn. Ji ber serlêdanên me yên li vê derê jî neyînî bi encam dibe, em serlêdanên xwe dibin DMME’yê. Xeynî van em raporên di destên xwe de bi raya giştî re parve dikin. Em ev raporên xwe ji hemû saziyan û saziyên navneteweyî re dişînin ji bo ku bibe rojev. Lê mixabin ev yek bi tena serê xwe têr nakin. Konferansên ku li Konseya Ewropayê berdewam dikin de vê yekê tînin ziman."   'Têkoşîna me dê bidome'   Parêzer Şehrîban diyar kir ku dê têkoşîna xwe ji bo girtiyan bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nigê herî girîng ew e ku divê di qada siyasî de ev yek bibe rojev. Ji ber ku polîtîkayên îktîdara siyasî bandorê darazê dike, di darazê de jî ev biryar bi awayek neyînî derdikeve pêşiya me. Lê li dijî vê yekê ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê têkoşîna me jî berdewam bike.”