Îqtîdara dest ji zextan û Colemêrg jî dest ji berxwedanê bernade! 2023-07-03 09:08:01       Rabîa Onver   COLEMÊRG - Li hemberî polîtîkayên zext û zordariya hikûmetê ya bi salan li ser Colemêrgê û navçeyên wê, gel serî natewîne û berxwedana xwe didomîne.   Li dijî zextên desthilatdariyê yên li ser Kurdistanê, qedexe û êrişan gel dest ji berxwedana xwe bernade. Colemêrg  û navçeyên wê jî ji wan cihên ku dewlet bi polîtîkayên taybet dixwaze gel di bin zextan de bihêle ye. Bi taybetî li Geverê ji ber polîtîkayên taybet ên li ser navçeyê yên piştî sala 2015'an gelek tişt hatin guhertin. Piştî xwerêveberî û berxwedana gel a li dijî zilma dewletê hat ragihandin, li kolan, kuçe, tax û gundan gelek tişt hatin guhertin.   Polîtîkayên taybet ên li dijî ciwanan   Hikûmet polîtîkayên xwe yên zextî herî zêde li ser ciwanan pêk tîne. Lê belê ciwan vê yekê qebûl nakin. Hikûmet heta tax û malên ciwanan jî van zetên xwe didomîne.  Her kesê ku piştî saet 22.00'an diçe mala xwe, para xwe ji van zextan digere û di rê de tên astengkirin. Kesên ku di vê saetê de li derve bin nasnameya wan tê kontrolkirin û carna bi vê jî nayên ser heqaretê jî dikin.    Li taxên Kişla û Ormanê….   Leşker û polîsên ku ji aliyê dewletê ve li navçeyê bi cih bûne, li ser ciwan û gel ferz dikin ku herî dereng saet 21.00'an li malê bin. Li gel vê ferzkirinê li tevahiya navçeyê jî taxên Kişla û Ormanê taxên ku herî zêde zilm tê kirinin. Erka maşînên zirxî yên ku her şev di bin navê dewriyeyê de li taxan digerin ew e ku gel aciz bikin! Li gel ku hewl didin gel û ciwanan aciz bikin, pêkanînek din jî binçavkirin, tundî û îşkenceya ku ev nêzî 6 sal in didome ye. Leşker û polîsên bi ser malan de digirin heqaret û gefan li hemû ferdên malbatê dikin.   Dayik nobedê digirin   Hem û jinên ku li navçeyê em bi wan re axivîn dibêjin, "Zarokên me ji ber zext, gef û îşkenceyê nikarin li ber malên xwe jî bilîzin. Daxwaza zarokên di navbera 6 û 9 salî de ya lîstin û derketina derve veguheriye tirsê." Jin dibêjin ku ew  heta serê sibê nobetê digirin.   Gel dev ji têkoşînê bernade   Gel bi taybetî jin li hemberî van polîtîkayên zext û tirsê yên li navçeyê ji aliyê hikûmetê ve ku tên meşandin li ber xwe dide. Li gel her tiştî mal û taxa xwe diparêze. Şêniyên taxan ji bo tiştek bi zarokên wê neyê, neyên qetilkirin li ber xwe didin.   Fûhûş û tiryak belav dibe   Yek ji polîtîkayên hikûmetê yên li herêmê belavkirina fuhuş û bikaranîna tiryakê ye. Hikûmet hewl dide vê yekê herî zêde ji bo ciwan û jinan pêk bîne. Dîsa zêdebûna kuştinên jinan û mirinên bi guman ên jinan aliyekî din ê polîtîkaya dewletê ye. Sûcdar an nayên cezakirin an jî dozên tên vekirin bêyî hincet bi neşopandinê bi encam dibin.   Herêmên 'ewlekariya taybet'   Li navenda navçeyê ev tişt diqewimin, li gundan rewş cuda ye. Welatiyên ku bi salan e li gundan dimînin di bin navê herêmên "ewlehiya taybet" de bi qedexeyan re rû bi rû ne. Ew ne dikarin biçin zeviyên xwe û ne jî biçin zozanên xwe. Kesên ku li gundan namînin, xizmên wan jî şo gimdam hebin nikarin biçin serdana wan.   Qedexekirina xurekê…   Ji bilî herêmên "ewlehiyê" li gundan pêkanîneke din jî qedexekirin an jî sînordarkirina pêdiviyên xwarinê ye. Hema bêje hemû gund bi taybetî gundên Marînûs, Geliyê tiyarê û Guzêreş nikarin xureka ku dixwazin ji bo malên xwe bibin. Malzemeyên ku digirin ji aliyê cendirmeyan ve tên astengkirin. Kîsek ard dibe nîv kîs, 5 kîlo çay jî dibe 3 kîlo. Tupên ku ew ji bo ocaxên xwe bi kar tînin jî li wan tên qedexekirin. Her weha heta ku tûpê hemû gundiyan ê ocaxê neqede ew nikarin tup biguherin bi yê dagirtî! Çûyîna zevî û zozanan qet ne rehet e. Gelek kes ji ber ku nikarin sewalkariyê bikin bi firotina sewalên xwe re neçar dimînin li navenda bajêr bi cih bibin.   Li ser rêya 47 kîlometre 6 nuqteyên kontrolê   Tişta ku hikûmet dike ji bo gel bêzar bike tenê bi vê yekê re sînordar namîne. Li her derê rêyan nuqteyên kontrolê hene. Di navbera qereqola Gever û Şemzînanê ya 47 kîlometre dûrî hev in de 6 noqteyên kontrolê hatine danîn û li her nuqteyê gel tê rawestandin û nasnamyên wan tên kontrolkirin.    7 sal in çalakî qedexe ne   Qedexeya din a li Colemêrgê çalakî û ya daxuyaniyan e. 7 sal in tenê du tişt nehatine qedexekirin. Yek “mihrîcanên” ku ji aliyê Walîtiyê ve tên organîzekirin, ya din jî kesên derxistin pêşberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û destûr dan ku li dijî HDP’ê çalakiyan pêk bînin. Li bajar û navçeyên wê destûr nayê dayîn ku gel tu çalakiyên demokratîk pêk bîne, kesên derdixin pêşberî HDP'ê di bin parastina polîsan de daxuyaniyê didin.    Gel dev jê bernade   Li gel ku bi polîtîkayên taybet ên bi salan e li Colemêrg û navçeyên wê tên rêvebirin gel dest ji berxwedana xwe bernade û serî natewîne.