Pervîn Buldan: Em têkoşîna xwe bidomînin 2023-07-02 16:27:22     WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku li wanê serdanên xwe yên ji bo cejnê didomîne, der barê pêvajoyê de nirxandinan kir û diyar kir ku bi guhertin û veguhertina di kongreya ku wê di serdema pêş d li dar bixin dê kêmasiyên xwe derbas bikin. û ew ê bi hemû nasnameyan têkoşîna xwe bidomînin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê serdana xwe ya cejnê berdewam kir. Pervîn di çarçoveya serdanan de, li navçeya Payizava û Westanê bi gel re hat cem hev. Pervînê di hevdîtinan de der barê pêvajoyê de nirxandin kir.   'Bedêlek mezin tên dayîn'   Pervînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya cejnê û wiha got: “Bi salan e li vê erdnîgariyê cejn di hawîrdoreke ku demokrasî, azadî û wekhevî tune be de derbas dibin. Em hêvî dikin ku ev cejn careke din bibe wesîleya azadî, demokrasî û aştiyê. Li vê erdnîgariyê bedelên mezin tên dayîn, têkoşîneke mezin tê meşandin. Têkoşîna me ne bi hilbijartinê ye. "Encamên hilbijartinê nikarin ecnama têkoşîna  me diyar bikin."    'Em ê bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bên'   Pervînê bi bîr xist ku tevgera siyasî ya Kurd dema ku neket hilbijartinê jî têkoşiya û got, “Me bi têkoşînê hewl da ku nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Hilbijartin parçeyek ji vê têkoşînê ye, lê bi dîtina min neheqiyek mezin e ku em encamên hilbijartinê wekî têkçûn binav bikin. Em bi şert û mercên partiyên din neketin hilbijartinê. Em bi îmkanên dewletê neketin hilbijartinê. Em hemû dizanin ku hikûmet bi bikaranîna medya, artêş, dadwerî, pere û çavkaniyên vê dewletê desthilatdar e. Encamên hilbijartina ne di şert û mercên demokratîk de divê moralê me xera neke.  Em ê bi kêmasî û xeletiyên xwe re rû bi rû bên."   Tecrîd hat bibîrxistin   Pervînê diyar kir ku ew ê xeteke nû ya têkoşînê ava bikin û got, “Bi guhertin û veguhertina ku wê di kongreyê de dest pê bike, em ê kêmasiyên xwe bibînin û li ber xwe bidin. Em dizanin ku bi zanîn û dîtina kêmasiyên xwe me ji cihê ku lê hiştiye berdewamkirina vê têkoşînê berpirsyariyeke mezin e. Helbet em dixwazin encamên baştir bi dest bixin. Zîhniyetek heye ku bi dosyaya girtina HDP'ê û komploya Kobanê her roj rêveberên me bi operasyonan tên binçavkirin û girtin. Di pêvajoyeke ku polîtîkaya tecrîd û şer berdewam dike de, divê em bi polîtîkayên AKP-MHP'ê yên ji bo HDP'ê ji hilbijartinê dûr bixin, zanibin. Dem bi dem Em bi pêvajoyên wiha re rû bi rû mane, lê em tu carî bê hêvî nebûne û em bi ser ketine.”   Pervînê di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê bi hemû nasnameyan têkoşîna xwe bidomînin û berfireh bikin.   Bernameya Pervînê piştî serdanên Payîzava û Westanê bi dawî bû.