Êrîşa zayendî ya li zarokê kirin hat şermezarkirin 2023-07-02 15:27:51     NAVENDA  NÛÇEYAN Komîteya Şilêr êrişa zayendî ya komên girêdayî dewleta Tirk a li zarokeke 13 salî kirin şermezar kir û diyar kir ku roj bi roj sûcên li dijî zarokan zêde dibin, lê saziyên navnetweyî yên mafên mirovan bêdeng dimînin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihand ku çeteyên ‘Hemzat’ ên dewleta Tirk, li gundê Ciwêq ê Efrînê êrişeke zayendî li zarokeke 13 salî kirine. Der barê mijarê de Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan daxuyaniyek da.   Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê ji aliyê endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojane daxuyanî têkildarî sûcên komên girêdayî dewleta Tirk tên eşkerekirin, lê tu guhertinê li du xwe naynin. Hate gotin ku li herêmên dagirkirî sûc û kiryarên li dijî zarokan dewam dikin û rojane zarok tên qetilkirin û tecawiz li wan tê kirin.   Komîteyê bal kişand ser bûyera dawîn a êrîşa zayendî li zarokeke 13 salî û got: “Ev bûyer ne yekemîn e, rojane têne dubarekirin. Ji ber nedayîna derfetên derbasbûna çapemeniyê ji herêmên dagirkirî re, gelek mafên zarokan tên binpêkirin ruxmî ku rojane komîteyên şopandin û parastina mafên mirovan ên navneteweyî têne avakirin lê heta niha tu encam derneketiye holê.”   Komîteya Şilêr bêdengiya rêxistinên mafên zarokan a li hemberî van sûcan jî şermezar kir û got: "Divê saziyên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û li hemberî qetilkirin û tecawiza li zarokan helwesta xwe diyar bikin."