Ji bo kiryar bên cezakirin dê bixebitin 2023-07-02 09:02:48     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Colemêrgê Parêzer Meryem Atmaca, diyar kir ku divê derbarê mirina bi guman a jinan de lêkolîneke baş bê kirin û teqes kujer bên cezakirin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe kuştin, şîdet û destdirêjiya li hemberî jinan zêde dibe. Gelek jin jî bi guman jiyana xwe ji dest didin. Bajarê ku herî zêde mirina bi guman li pêş Colemêrg e. Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Colemêrgê Parêzer Meryem Atmaca derbarê mirina bi guman de ji ajansa me re axivî.    Meryem, daxuyand ku şîdeta li hemberî jinan û mirina bi guman wekî bajarên din li Colemêrgê jî pêk tê û got: "Zexta ku bi rêya dewletê li hemberî jinan pêk tê her rojên ku derbas dibe zêdetir dibe. Bi taybetî jî şîdeta, derûnî, fîzîkî û zayendî bi destê dewletê ve pêk tê. Piştre wekî qeza tê nîşandan. Bi taybetî polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin rê li ber kuştina jinan vedike. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî cesaretê dide mêran."    Meryen, da zanîn ku lêpirsînên ku derbarê şîdeta derûnî û fîzîkî tên destpêkirin bi lêz û bêz tên bincilkirin û wiha bi lêv ikir: "Lêpirsîn tên destpêkirin lê ji ber ku mekanîzmayeke kontrolê nîne bi lêz û bêz lêpirsîn tên bidawîkirin. Divê delîl bên komkirin lê nayê kirin. Navenda Mafê Jinan a baroyê hat avakirin û di vê pêvajoyê de dê hewl bidin ku mirina bi guman a jinan bişopînin."    Meryem, destnîşan kir ku wek navend di mirinên bi guman de dibînin ku li vir qetilkirinek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mînaka Şûle Çet di nav raya giştî de deng da û wek xwekuştinekî hat nîşandan. Lê bi hewldana malbat û raya giştî derket holê ku Şûle hatiye kuştin. Ev tişt nîşan dide ku qetilkirina jinan wek qeza an jî wekî xwekuştin tê nîşandan. Em hewl didin li Colemêrgê jî li ser mirinên bi vî rengî rawestin. Em ê hewl bidin jin serî li vê navendê bidin û em xwe di nava civakê de bidin nasîn."   Meryem, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên navendê: "Em ê li Colemêrg û navçeyên wê bi saziyên sivîl ên civakî re perwerdeyan organîze bikin û hewl bidin ku jinan bi hêz bikin. Em baş dizanin ku dema jin bi hev re bin bi hêz in. Em ê wek navend zextê li mekanîzmayên darazê bikin ku mirina bi guman a jinan baş bê lêkolînkirin, kujer û kiryar bên cezakirin. Em carek din dibêjin em ê li cem jinan bin û jin dikarin bi rihetî bên serî li me bidin."   Li Çelê Z.T., li Colemêrgê Muhbet C., Tulay Yaşar, M.A û herî dawî Asmîn K.Y. a 23 salî ya ku bi çawişê pispor re zewici bi awayeke bi guman  jiyana xwe ji des da. Li Colemêrg û navçeyên wê, dosyayên mirinên bi guman a jinan bi hevhatina eşîran ve hatin girtin.