Zîlan li Mexmûrê hat bîranîn 2023-07-01 09:43:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Zeynep Kinaci (Zîlan)  bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi çalakiyekê hat bîranîn.   Li Wargeha Penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mexmûrê Gerilaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi çalakiyekê hat bîranîn. Çalakiya bîranînê duh heta derengiya şevê dewam kir. Beriya ku bernameya bîranînê bê destpêkirin, di kesayeta  Zîlanê de ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamostaya Wexfa Jinê ya Wargehê Qîmet Nerexî têkildarî kesayet, têkoşîn û çalakiya fedayî ya  Zîlanê ji ROJNEWS'ê  re axivî.   Qîmet Nerexî di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Zîlan de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û got: “Em di bînin rojane jin canê xwe feda dikin û xwe di nava dilê dijmin de diteqînin, dibînin ku tu car jina Kurd nayê tunekirin û gavê paşde na avêje. Em dîsa dibêjin, emê wek jinên Kurd şopdarê rêya şehîdên wek heval Zîlan û hemû hevrêyên wê yên şehid bin. Em soz didin heta ku em xeyalên wan negihînin serkeftinê em ê tu car gavê paşde ne avêjîn.”   Piştre sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hatibû amadekirin hat nîşandan. Herwiha piştî sînevîzyonê, bîranîn bi stramên Koma Stêrka Zêrîn û bi xwendina helbestan dewam kir.   Bîranîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.