ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-01 09:00:00   *Hevşaredara Bajarên Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag a qeyûm tayînê şûna wê hat kirin balkişand ser hilbijartinên herêmî û got wê kêmasiyên xwe ji holê rakin û bi gel re qeyûman bişînin. DÎMEN HEYE   *Endama Piştevaniya Mor Asli Elîbol diyar kir ku ji roja erdhejê ya ewil de bi jinên erdhejzede re di nava piştevaniyê de ne û têkoşîn û berxwedan mezin kirine. Asliyê banga rêxistinbûna jinan kir û got: “Em dikarin bi hev re biguherin. Em dikarin bi hev re her tiştî biguherin.” DÎMEN HEYE   *Hamdiye Ozdaş a li Bismilê dijî diyar kir ku piştî têkoşîna azadiya Kurd nas dike her tim bi zextên dewletê re hatiye rû hev lê tevî vê dest ji têkoşîna xwe bernedaye. DÎMEN HEYE   *Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin û biryara feshkirinê di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de ket meriyetê. Jinan li dijî vê bi berxwedana ku li kolanan dan diyar kirin ku wê têkoşînê bidomînin. Jin îro heman berxwedanê ji bo 6284’an didin. DÎMEN HEYE