Li Tarsusê jinek qetilkirî hat dîtin 2023-06-30 20:11:18   MERSÎN – Li navçeya Tarsusê li ser rê jinek ku hatibû qetilkirin hat dîtin.   Li navçeya Tarsus a Meresînê li ser rê li nêzî Viyduka Berdan cenazeya jineke ku hatibû qetilkirin hat dîtin. Welatiyekî ku bi wesayîtê derbas dibû cenaze dît û li Bavenda Banga Lezgîn a 112’an geriya. POlîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê.  Di encama lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku cenaze aydê jina bi navê D.K ya 62 saliye.    Di poşetê li cihê bûyerê de jî cil û berg û neynika wesayîtê hat dîtin. Polîsan tespîta neynika ku aydê kîjan wesayîtê ye kirin û ajokarê wê S.S.K li Akdenîzê binçavkirin. Hat hînbûn ku kar û barê îfadeya S.S.K didomin.