Cejna 6'emîn a li ber deriyê edliyeyê 2023-06-30 16:56:48   RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dewam dike. Emine Şenyaşar diyar kir ku ev 6 cejn in ew li ber deriyê edliyeyê ne û banga daxwaza cezakirina bersûcan dubare kir.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 829’an di Cejna Qurbanê de jî dom kir.   'Qeydên qemerayê vedişêrin'   Emine da zanîn ew bê navber têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Li nexweşxaneyê malbata min kuştin. Ew qeydên qemerayan vedişêrin. Hukumet çawa ji vê yekê re çavên xwe digire? Dema ew qeyd derkevin wê rastî jî derkevin. Bila bersûc bên cezakirin."