Pervîn Buldan: Wê di îlonê de pêvajoyeke nû dest pê bike 2023-06-30 16:46:42   WAN - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervin Buldan a ku li Wanê axivî da zanîn ew ê di îlonê de biçin kongreyê û got wê pêvajoyeke nû dest pê bike.    Şandeya Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hebû li navçeyên Erdîşê, Bêgirê û Ebexê serdanên Cejna Qurbanê kirin û cejna xelkê pîroz kirin. Bûldan û şandeya pê re ewilî li Erdîşê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.    Pervîn li Erdîşê axivî û destnîşan kir ku hê jî li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê berdewam dike. Pervîn anî ziman ku ew di ferqa kêmasiyên xwe de ne û ew ê di meha îlonê de kongreya xwe pêk bînin û wê bi plansazî û ferasetek nû û rûyên nû rabin.    Pervîn li vir da zanîn wan biryarên nû girtine û ew ê bi van biryarana herin kongreyê. Pervînê da zanîn wan komisyonek ava kirine û ji ser vê komisyonê xebatên wan ên kongreyê dewam dikin.    Her wiha Pervîn bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên herêmî û got ji bo ew serkeftineke mezin bi dest bixin wê bixebitin.    Pervîn û şandeya xwe piştî Erdîşê derbasî navçeya Bêgirê û Ebexê bûn û tev li pîrozbahiyên cejnê bûn.    Pervîn û şandeya pê re dê sibê jî li navçeyên Qelqelî û Seravê serdana gel bikin.