Zîlan li Erîvanê hat bibîranîn 2023-06-30 13:11:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Kinaci (Zîlan) li Erîvanê bi civînekê hate bîranîn.   Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê li dijî artêşa dewleta tirk çalakiya fedaî kir, di salvegera 27'an a şehadeta xwe de li paytexta Ermenistan Erîvanê hate bîranîn.   Civîna bîranînê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad a li Ermenistanê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir.   Di civînê de Çîçek Rizgar, Dayê Çîlê, parlamenter Kînyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û bavê Şehîd Rûken Mîlon Kelaşyan axivîn.   Qisekeran di şexsê Zîlan de şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr anîn û diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.   Di civînê de hate ragihandin ku bi hezaran jinên Kurd bi ruhê Zîlan li qadan têkoşîna azadiyê dimeşînin û li ber her cûre qirkirinê li ber xwe didin.   Beşdarên civînê bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku wê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin.   Civîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.