‘Em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin’ 2023-06-30 09:03:17   STENBOL - Desthilatdarî ji ber ji têkoşîna jinan a li cîhanê belav dibe, ditirse, siyasetmedar, rewşenbîran bi SÎHA û Suîkastan qetil dike. Endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel diyar kir ku wê bi têkoşîna jinên azad rêxistinbûna xwe xurt bike.   Desthilatdariya AKP’ê ji ber tirsa li dijî têkoşîna jinan êrîşên xwe didomîne û bi SÎHA û suîkastan hewl dide pêşî li têkoşîna jinan bigire. Me jinên ku di 4 salên dawî de hedef hatine girtin û hatine qetilkirin berhev kirin.   ‘Têkoşîna bi Rojava dest pê kir’   Hevrîn Xelef a li Dêrikê ya Mêrdînê hat dinê tevli şoreşa Rojava bû. Li Qamişloyê di rêveberiya Meclîsa Aboriyê de cih girt. Di 21’ê Kanûna 2014’an de li Cizîrê bi îlankirina rêveberiyên xweseriya demokratîk bû berdevka Lijneya Enerjiya Herêma Cizîrê û di 2015’an de bû Hevseroka Lijneya Aboriya Cizîrê.   Hevrîn hat qetilkirin   Di 27’ê Adara 2018’an de têkoşîna xwe wek sekreteriya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê berdewam kir û di 12’ê cotmeha 2019’an de di êrîşênTirkiyeyê yên bi destê OSO'yê pêk hatin de hat qetilkirin.   Kujerên Hevjînê hat li Tirkiyeyê zanîngeh xwend   Derket holê ku  kujerê Hevrînê, Ebu Hatîm Şakran li Tirkiyeyê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê xwendiye û mezûn bûye. Hevrîn ku seranserê jiyana xwe ji bo aştiyeke mayînde û demokratîk têkoşîn meşand, mîrateyek mezin a têkoşînê ji jinan re hişt.   ‘Têkoşîna bi Mala Jinan dest pê kir û mezin bû’   Zehra Berkel di 2013’an de di Mala Jinan de dest bi têkoşînê kir û piştre di xebatên Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Gel a Kobanê de cih girt. Piştre bû Hevşaredara Gel a Kobanê. Piştre peywira hevserokatiya Komîteya Edeletê ya Kobanê meşand û di 2018’an de wek endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star xebat domand.   Di 23’ê Hezîrana 2020’î de li gundê Helîncê yê Kobanê, Zehra Berkel, rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêran Hebûn Mele Xelîl, xwediyê malê Emîne Weysî hatin bombebarankirin û qetilkirin. Zehra Berkel diyar dikir ku wê bi têkoşîna jinên azad rêxistinbûna xwe xurt bikin. Kongra Star 23’ê Hezîranê ‘Roja Têkoşîna li dijî Sûcên Qetilkirina Siyasetmedarên Kurd’ îlan kir.   Li dijî DAIŞ’ê şer kir   Jiyan Tolhildan di 1980’ê de li Efrînê hat dinê û di 1999’an de tevli PKK’ê dibe. 13 salan têkoşîna xwe didomîne û piştî şoreşa Rojava dest pê dike li wir cihê xwe digire. Li wir rola pêşeng a di têkoşînê de digire ser xwe û yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirinê bû. Di 2012-2013’an de tevli azadkirina Serêkaniyê, di 2014-2015’an de tevli rizgariya Kobanê û di 2016’an de tevli gava azadkirina Minbicê bû. Di 2019’an de li dijî DAIŞ’ê têkoşiya.   Jiyan di 22’yê Tîrmeha 2022’yan de piştî Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn a li Bajarê Qamişloyê pêk hat şûnde ku ligel wê Roj Xabûr û Barîn Botan jî hebûn di encama êrîşên SÎHA'yên dewleta Tirkiyeyê de hat qetilkirin. Li cihê Sakîne, Leyla, Fîdan hatin qetilkirin.   Evîn Goyî    Evîn Goyî di 1974’an de li Qilabanê ya Şirnexê hat dinê. Ji ber zextên dewletê gundê xwe terk kirin. Li Memxûrê bi cih bûn. Ji ber zextan tevli PKK’ê bû. Evîn di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Navenda Çanda Kurd hat qetilkirin. Evînê ku 34 salan têkoşîn meşand di hişan de cihê xwe girt.   Jiyanek ku xwe da ser jinan   Nagîhan Akarsel dema Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê dixwend bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û piştî îşkenceya dît şûnde ji girtîgehê derket, li pey xeyalên xwe çû û rojnamegerî domand. Ewil di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) de xebitî û heta 2014’an rojnamegerî kir û piştre di qada jineolojiyê de ji bo xebatan bimeşîne çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gundê jinan Jin War, li pirtûkxana jinan a Kurdistanê ya li Silêmaniyê, di kovara Jineolojiyê de xebat meşand. Nagîhan di 4’ê cotmeha 2023’yan de li Silêmaniyê li ber mala wê hat qetilkirin.    Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş hat qetilkirin   Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş (Rihan Amûdê) û Firat Tûman di 20’ê Hezîranê de di encama êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin.