ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-30 09:00:00   *Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu ya ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de girtiye, di emrê ciwan de cezayê muebetê û 26 sal ceza lê hatiye birîn. Dîlbera ku gelek nexweşiyên wê hene, ligel ku rewşa wê ne baş e jî nayê tehliyekirin.    *Desthilatdarî ji ber ji têkoşîna jinan a li cîhanê belav dibe, ditirse, siyasetmedar, rewşenbîran bi SÎHA û Suîkastan qetil dike. Endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel diyar kir ku wê bi têkoşîna jinên azad rêxistinbûna xwe xurt bike.   *Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û diyar kir ku sedema krîzên heyî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîd e û divê têkoşîna li dijî tecrîdê encamekê bigire. DÎMEN HEYE   *Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku piştî hilbijartinan êrîş zêde bûne û got ji her demê zêdetir hewce bi têkoşînê heye.   *Hevseroka Giştî ya Partiya EMEP’ê Selma Gurkan piştî hilbijartinan civîna ku pêk anîne nirxand û got gelê Kurd biryara ku tevgera siyasî girtiye pêk anîne û Tifaqa Ked û Azadiyê bûye bersiva bernameya guherînê lê ew di alî vegotina bernameyê de qels mane. DÎMEN HEYE   *Peymana Stenbolê ku hat feshkirin 3 sal di ser de derbas bû. Parêzer Îlayda Doga Karaman der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ji her nokteya ku Tirkiye Peymanê pêk nayne de DMME û qada navneteweyî berpirs e. Îlaydayê got di alî mafê jinan de di nokteya ku lê ne de niha ne di pozîsyonek ku şûnde vekişin de ne.DÎMEN HEYE    *Jinên Gilanî dişibin jinên Efrînê ku ji berxwedanê re pêşengî dikirin. Jinên Gilanî diyar dikin ku jinên Efrînê ku gelek girêdayê ax û xwezaya xwe ne ji berxwedanê re dibin zemîn û bi selikên birincê yên di destê wan de û cil û bergên rengîn çawa estetîkê didin hilberînê nîşan didin.  Mînakek balkêş in.  Bi xweserbûnên xwe  bi terza jiyana xwe bi cil û berg û nirxên jiyanê, wê çavkaniya ku jineolojiyê xwedî dike hîn bêtir xurt bike. JI NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ