2 jinên polîtîkayên rejîma Îranê şermezar kirin hatin girtin 2023-06-29 13:20:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar Armîta Paver a ku piştgirî da serhildanên Rojhilat û Îranê û dayika xwendekara Meryem Abbasî Nîko ku êrîşên bi gaza kîmyewî yên li ser dibistanên zarokên keç protesto kir, hatin girtin.   Serhildanên “Jin, jiyan, azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî ji aliyê polîsên “Ehlaqê” ve qetilkirina Jîna Emînî li Tehranê ve dest pê kir, di meha 9’an de berdewam dike. Hikûmet bi zext, girtin û îdamê hewl dide serhildanan bitepisîne. Hikûmeta Îranê duh 2 jinên din jî girtin.   Aktîvîsta xwendekar Armîta Paver cara duyemîn hat girtin   Xwendekara bi navê Armita Paver ya beşdarî serhildana “Jin, jiyan, azadî” bûbû duh li bajarê Tebrîzê cara duyemîn hat girtin. Xwendekara biyolojiya hucreyî û molekular a Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê Armîta Paver di 9’ê Mijdara 2022’yan de bi hinceta "beşdarî xwepêşandanên li dijî hikûmetê bûye" hatibû girtin û bi kefaleteke bilind bi awayê demkî hatibû berdan. Armîta Paver ji ber "nameya lêborîn û poşmaniyê" ya ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya rejîmê ve li ser wê ferz kiribû nenivîsand, duh car din hat girtin û nayê zanîn ku ew birine ku derê.   Ji ber êrişên kîmyewî yê li ser dibistanan şermezar kir hat girtin   Meryem Abbasî Nîko dayika xwendekara Bîta Şafîî ku êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanên zarokên keç ên li Îranê protesto kiribû, duh hat girtin.   Yek ji xwendekarên Bîta Şafiî ku beşdarî xwepêşandanên protestokirina êrîşên gaza kîmyewî yên li ser dibistanên keçan bû û di van xwepêşandanan de hat binçavkirin û îşkencekirin. Duh danê sibê ji aliyê hêzên Şoreşger ve bi ser mala dayika Bîta Şafîî Meryem Abbasî Nîko de girt. Girtîgeha ku Meryem Abbasî Nîko lê dihat ragirtin bi malbatê re nehat parvekirin.   Di 30’ê Mijdara 2022’yan de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, cara yekem bi gaza jehrî êrîşî dibistanên zarokên keç hatin kirin. Êrîş heta serê Hezîrana 2023’yan berdewam kirin. Di êrîşan de bi sedan keç bi jehrê ketin, li gorî daneyên fermî herî kêm 4 zarok mirin. Di dema ku girseyên gel li dijî êrîşên kîmyewî yên li Îranê protesto dikirin, gelek xwendekar û dê û bav beşdarî van çalakiyan bûn.