Ji bo jinên erdhejzede diyarî şandin 2023-06-28 11:44:05       HATAY – Jinên li Atolyeya Hunerê ya Mara El a li Samadagê hat avakirin ji bo jinên erdhejzede yên li Semsûrê bi keda destên xwe xişr çêkirin û wekî diyarî dan jinên li herêma erdhejê.    Di 6'ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û bandora xwe li 11 bajarî kir. Ji wê rojê de ye piştevaniya jinan dewam dike. Gelek rêxistinên jinan di nava piştevaniyê de ji bo jin û zarokên li herêmên erdhejê xebat dan meşandin. Atolye hatin avakirin û gelek çalakî li herêmên erdhejê hatin kirin. Her çiqas 4 meh ji ser erdhejê derbas bûbe jî lê belê piştevaniya di navbera jinan de dewam dike.    Ji bo Semsûrê diyariya cejnê şandin   Bi Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê ji bo erdhejzedeyan navçeya Samadaga Hatayê Atolyeya Hunerê ya Mara El hatibû avakirin. Jinên li atolyeyê kedeke mezin dane ji bo jinên li konbajarê bi piştevaniya HDP'ê li Narlikuyuya Semsûrê hat avakirin diyariya cejnê şandin.    'Êşa hûn dikişînin êşa me ye'   Kedkarên li atolyeyê ji bo jinên li herêmên erdhejê bi keda destên xwe guhar, gerdenî, zendik çêkirin û ji wan re şandin. Diyarî bi nivîsên," Xwişka min a hêja, di destpêkê de ev êşa hûn dikşînin êşa me ye. Dema me ev diyarî çêkirin me kenê we xeyal kir. Em cejna we pîroz dikin. Em hêvî dikin hûn cejnek bextewar û bi hezkirin derbas bikin" hatin şandin.