Li Colemêrg û navçeyên wê serdana goristanan 2023-06-28 10:35:51     COLEMÊRG - Li Colemêrg  û navçeya Geverê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li Colemêrg  û navçeya Geverê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, kirin. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Colemêrgê Vezir Parlak, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê serdana goristana Serê Solan kirin.    'Goristan dîroka gelê kurd in'   Vezir Parlak da zanîn goristanên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dîroka gelê kurd e û wiha got:"Têkoşîn û hewldana gelê me di vir de ye. Berpirsiyariya me jî ew e ku em li vê mîrateyê xwedî derkevin. Divê em yekîtiya gelê kurd biparêzin. Em bi hev re li van vasîyetan xwedî derkevin. Em dîsa cejna gelê kurd cejna dayikên me yên bi qîmet pîroz dikin û hêvî dikin wê bibe wesîleya jiyaneke azad."   Gever   Rêxistinên navçeyê yên HDP û Partiya Çep a Kesk a Geverê çûn serdana gorên li Taxa Ormanê. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Colemêrg Onur Duşunmez û rêveberên partiyê yên navçeyê tevlî serdana goristanan bûn.    Li Colemêrg û Geverê di serdana goristanan de axaftin hatin kirin cejna gel hat pîrozkirin û bername bi vî rengî bi dawî bû.