Peyama cejnê: Em hêvî dikin, Rêberê xwe di nava xwe de bibînin 2023-06-28 10:06:04     Mîdye Miqted     HELEB - Jinên li Helebê derbarê hatina cejna qurbanê de wiha hêviyên xwe anîn ziman û gotin:"Hemî gel serokê wan di nava wan de ye. Em jî di vê cejnê de hêvî dikin cejna me bibe wesîleya azadkirina rêberê me û vegera li ser axa welatê me."   Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan û dayika pakrewan Alan Remziya Îbrahîm Salih ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Em vê cejnê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li şervanên azadiya Kurdistan û li hemî miletê kurd pîroz dikim.   'Bi saya pakrewanan em gihaştin azadî û aştiyê'   Remziya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got :"Em her sal diçûn ser gora zarokên xwe lê  dijmin niha ew rê li pêşiya me girt û niha em nikarin serdana gorên xwe bikin lê ji bo kela dilê me dakeve, em sal bi sal berê xwe didin ber goristana pakrewanên me ya li taxê. Ji ber hemî pakrewan zarokên me ne û bi saya wan em gihaştin azadî û aştiyê."   'Em ê her li ser şopa pakrewanên xwe bimeşin'   Remziya di dawiya axaftina xwe de wiha axaftina xwe kir:"Em ê her li ser şopa pakrewanên xwe bimeşin û em xeta azadiyê ku wan ji me re afirandine tu car bernadin û hêviya me ew e ku em sala bê cejna xwe bi Rêberê xwe re û li ser axa welatê me pîroz bikin."   'Em bê serokê xwe cejna xwe pîroz dikin'   Di heman demê de xwişka pakrewan jina bi navê Nura Mihemed ji ajansa me re axivî û cejna  qurbanê li hemî gel û şervanan û li rêberê PKK 'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got hemî gel Rêberê wan di nava wan de ye û bi hev re cejna xwe pîroz dikin lê tenê yê me heya roja me ya îro em bê serokê xwe cejna xwe pîroz dikin."   Nura di dawiya axaftina xwe de wiha diyar kir ku ew bi riya serdana gora pakrewanên xwe bêhna xwe derdixin û got ew hêvî dikin di cejna sala bê de Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û bi hev re cejnan pîroz bikin.