Li Helebê serdana gorên pakrewanan hat kirin 2023-06-28 10:01:00     HELEB - Li Helebê serdana goristanên pakrewanan hatin kirin. Li vir soza bedewamiya têkoşîna pakrewanan hat dayin.     Îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi boneya hatina cejna qurbanê gel sardana gora pakrewanan û qada pakrewan Şiyar ku di dema şerê ku bi ser taxê de hat avahîyek ji aliyê çeteyan ve hat bombekirin û di encamê de 12 ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG), jiyana xwe ji dest dan serdana wan herdû deverên ku li gundê Pino ne hat kirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rewşan Mihemed hat kirin û cejna qurbanê pîroz kir û got:"Em cejna qurbanê li Rêber Abdullah Ocalan, şervanên azadiya Kurdistan û tevahî malbatên pakrewanan pîroz dikin."   'Pakrewan ên me gihandine rastiyê ne'   Rewşen di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman:"Pakrewan ew in ên ku em gihandin rastiyê û çiqas em li ser lehengiya wan biaxivin em nikarin mafê wan tam bidin lê em soz didin ku em ê li ser kar û erka xwe bin heya ku em armanca wan pêk bînin."   Di dawiya çalakiyê de ji aliyê miletê hazir xatir ji malbatên pakrewanan hat xwestin û bi vê awayî çalakî bi dawî bû.