‘Ya li Halîse Aksoy tê kirin hiqûqa dijmin e’ 2023-06-28 09:12:51       Şehrîban Aslan   AMED - Halîse Aksoy a 56 salî ku di meha nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hat binçavkirin û girtin, rewşa wê ya tenduristiyê nebaşe û parêzan diyar kir ku ya li Halîseyê tê kirin pratîka hiqûqa dijmin e.   Di 25’ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed bû de bi ser 21 malî de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Yek ji van jî Halîse Aksoy bû. Halîse û keça wê Migzîn Karataş  li ser îfadeyên  Umît Akbiyik hatin girtin.   Zext û serdegirtinên gelek caran li mala Halîseyê hatin kirin rastî bertekan hatin û nûçeyên der barê mijarê de hatibûn çêkirin jî wek sûcdarî hatin hesibandin.   Halîse niha li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye û hat diyarkirin ku rewşa wê qet nebaşe û ji ber şertên girtîgehê nexweşiyên wê giran dibin.   ‘Gelek nexweşiyên wê hene’   Li gorî agahiyên me ji parêzeran û girtiyên din girtine ji roja Halîse hatiye binçavkirin bi gelek binpêkirinên mafan re hatiye rû hev û binpêkirina ewil di koxuşa ewil de jiyaye. Çavkaniyekê derbarê Halîseyê de wiha got: “Dema nû hat girtin bi hinceta betlana fermiye 4 rojan di koxuşekê de ma. Nikarinbû xwe bigihîne ava vexwarinê. Şekir û tansiyona wê heye. Lê ev li ber çavan nehat girtin. Li aliyê din temenê wê 56  û nexweşe. Nexweşiya şekir, tansiyon, dil û şekir lê heye. Koxux du kate û ji ber vê divê di nav rojê de çend caran bi derenceyan biçe û bê. Lê ev wê diwestîne. Nikare hilma xwe bigire. Keça wê Mizgîn û neviyê wê Çiya jî girtî ne. Ev gelek wê dide zorê.”   ‘Xwarin nebaşin’   Li gorî agahiyên hatine girtin Halîse bi dehan carî çûye nexweşxanê û ji ber kelepçe dikin zehmetiyan dikşîne. Çavkaniya agahî da me wiha vegot: “Dema ewil dibin nexweşxaneyê kelepçê qebûl nake. Şûnde vegeriya lê nexweşiyên wê giran bûn. Yek ji pirsgirêka herî mezin xwedîbûne. Xwarin qet nebaşin. Mirov ne mecbur bin nikarin xwarinên girtîgehê bixwin. Hele ku nexweşek wek dayika Halîse. Tevî her tiştî moralê wê pir bilinde. Çi ji destê wê tê dike. Pirtûken Kurdî xwestin. Hewl dide xwendin û nivîsandinê fêr bibe.”   Îtîrazê girtinê kirin   Parêzer Necat Çîçek ku roja şemiyê bi muvekîla xwe re hevdîtin kir wiha anî ziman: “Roja pêncşemê di dilê xwe de êşê hîs dike û diçe doktorê revîrê. Doktor dibêje ez nikarim mudaxale bikim û dişîne Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê. Hîna jî nerehetiya dil didome. Nerehetiya dil genetÎke ji malbatê tê. Îdianameya dosyayê tê amadekirin. Hemû delîl hatine komkirin. Tişta li dayika Halîse tê kirin pratîka hiqûqa dijmine. Me îtîrazê girtina wê kir. Divê hemû kes li dijî girtiyên nexweş bi hestiyar tevbigere."   Parêzer Zeynep Karayilan jî wiha vegot: “Halîse û keça wê Mizgîn nayên berdan. Ev li dijî hiqûqê ye. Ev hiqûqa dijmin di şexsê Halîse û malbata wê de pêk tê."