Li dijî newekheviya zayendî projeya DAKAHDER'ê 2023-06-28 09:09:14       Rojda Aydin    AMED - Koordînatora projeya “Tevlîbûna jin û LGBTÎ+ yan a Mekanîzmayên Girtina Biryarê yên ji bo Wekheviya Fiîlî” ya Komeleya Rewşa Jinan Esmer Ozer, da zanîn ku armanca sereke ya projeyê rakirina newekheviya zayendî ya di nava civakê de ye û got: "Li 4 bajaran bi saziyan re perwerde hatiye organîzekirin û dê di pêşerojê de jî komxebatek bê lidarxistin."   Têkoşîna saziyên jinan a li hemberî şîdet, destdirêjî, bêcezahiştina kiryaran û binpêkirana mafan berdewam dike. Yek ji wan saziyan Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAHDER) e. DAKAHDER’a ku di sala 2018’an de bi komeke parasvanên mafê jinan ve hat vekirin, ji wê demê heta îro li dijî binpêkirina mafên jinan, li dijî cûdakarî, tundiya li hember jin, LGBTÎ û zarokan têkoşîna xwe didomîne. DAKAHDER, li dijî newekheviya zayendî ya civakê, projeya bi navê “Tevlîbûna jin û LGBTÎ+ yan a Mekanîzmayên Girtina Biryarê yên ji bo Wekheviya Fiîlî” di cotmeha 2022’yan de da destpêkirin. Projeya ku ji bo salekî hatiye destpêkirin, dê di meha îlonê de bi dawî bibe.    Koordînatora projeyê Parêzer Esmer Ozer, derbarê xebatên projeyê de ji ajansa me re axivî.     5 sal in derbarê wekheviyê de dixebitin   Esmer, anî ziman ku Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê ji sala 2018’an vir ve bê navber xebatên xwe li ser wekheviya zayendî ya jin û LGBT’iyan dixebite û got di warê têkoşîna li dijî newekheviya civakî de bi giranî li ser têkoşîna li dijî cûdakariyê dixebitin. Esmer, bi lêv kir ku ew bi vê armancê bi taybetî ji bo jinên ciwan xebatên hişyariyê dimeşînin.   'Di civakê de newekheviya zayendî bilind e’   Esmer, di axaftina xwe de bal kişand ser daneyên rapora ku ji hêla Weqfa Lêkolînên Aborî û Civakî ya Tirkiyeyê (TESEV) hatî weşand û diyar kir ku di daneyan de dîtin ku newekheviya zayendî çiqasî bilind e û got: "Em dizanin ku jin bi taybetî di sektora xizmetê de di gelek aliyan de dixebitin. Lê belê em dibînin ku li cihên ku divê temsîliyeta jinan zêde bibe ev nûnertî zêde nabe û herî zêde rêveberên mêr li qadê serdest in. Ev yek nîşanî me dide ku nîvê karmend jin in, nebûna jinan di mekanîzmayên biryardayînê yên payebilind de pirsgirêka newekheviya zayendî ye.”   ‘Diyarkirina rola jin û mêran'   Esmer, daxuyakirin ku newekheviya zayendî wek avahiyeke dîrokî ye û wiha bi lêv kir: "Mekanîzmayeke wisa ye ku xwe ji nû ve hildiberîne, berdewam dike û vê mekanîzmayê xwedî dike. Beriya her tiştî ji pêkhateyên çandî, polîtîkayên dewletê, helwêstên takekesî yên gel û bi gelek awayên cuda xwe xwedî dike û her carê ji nû ve tê hilberandin. Ev yek jî newekheviya zayendî ye. Em dibînin ku rêgezên heyî di rastiya xwe de pêvajoyek pêşkeftî ye ji bo ku li ser jinê têkîliya desthilatdariyê ava bike. Dema ku behsa newekheviya zayendî dikin, rewşek heye ku rê li ber bikaranîna mafan digire. Mafê jinê yê axaftinê, ango mafên qadên taybet nîne. Ev yek di rastiyê de dibe sedem ku jin nikaribin mafên wekhev bi dest bixin û ji ber vê yekê jî rastî cudakariyê tên. Ew rewşa giştî ye ku dibe sedema cudakariyê ku ji ber rola diyarkirî ya jin û mêr pêk tê.”   Di hilbijartinan de newekhevî    Esmer, da zanîn ku newekheviya ku ji newekheviya zayendî derdikeve di hemû qadên teslîmiyetê de li hemberî jinan rewşekê diafirîne û got di hilbijartinê de jî ev yek hat jiyîn û wiha axivî: "Çawa hejmara jinan di asta jiyana kar de bilind dibe, nûnertiya jinan jî kêm dibe. Rêjeya jinên xwedî nasname di komên din ên pîşeyî de kêm dibe û di hilbijartinên parlamentoyê de jî heman tişt derbas dibe. Di hilbijartinên parlementoyê de her çend hejmara namzetên jin û namzetên diyarkirî zêde be jî, me dît ku hejmara jinên ketine lîsteya namzetan kêm e. Me dît ku jinên ku ketin lîsteyê ji cihên ku nikarin bên hilbijartin wek namzet hatine nîşandan. Dixuye ku ji bo temsîliyetê gaveke cidî nehatiye avêtin.”   Li 4 bajaran li darxistina perwerdeyan    Esmer, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser aramanca projeyê û wiha axivî: "Me dît ku ji ber newekheviya zayendî, nûnertiya jin û LGBT kêm e. Me plan kir ku di saziyên sivîl, sendîkayên herêmî û baroyan de li dijî newekheviyê bixebitin. Ji bo vê yekê jî me projeyek amade kir. Navê projeya me ‘Tevlîbûna jin û LGBTÎ+ yan a Mekanîzmayên Girtina Biryarê yên ji bo Wekheviya Fiîlî’ ye. Armanca me ya li vir xurtkirina jinê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka newekheviya zayendî qet nebe ji civaka sivîl de çareser bikin. Ev rastiyek e ku jin bi hejmarî kêm in û kêm tên temsîlkirin. Armanca me ew e ku di aliyê de wesfî de hîn hêz bikin. Di vê çarçoveyê de me 4 bajar testpît kir. Li saziyên Riha, Mêrdîn, Amed û Êlihê perwerde bên lidarxistin. Sernavê van perwerdeyên me jî sosyokrasî, bêtundîtî, têkilî, demokrasiya kûr û edaleta temîrkirî ye. Bernameyek bi vê rengêye. Em armanc dikin ku zimanê ragihandina navxweyî û sazûmana rêxistinî xurt bikin. Me bernameyek ne tenê ji bo dadweriyê, ji bo pêşxistina wijdana civakî û kesayetî jî amade kir. Bi taybetî jî bi telafîkirina zirarê ye. Me perwerdeyên xwe di saziyan de li dar xistin. Her wiha em ê komxebatek jî li dar bixin. Em plan dikin ku di komxebatê de bi saziyan re bên cem hev û li ser em dikarin çi bikin nîqaşan bikin. Di dawiya komxebatê de em ê di vî warî de piştgiriyê bidin saziyan.”   ‘Ev proje ji bo salekî ye’   Esmer, da zanîn ku ev projeya wan ji bo jinan e û wiha behs kir: “Em di wê baweriyê de ne ku bi rêxistinkirin û birêxistinkirina me wê çareserî pêk bê. Ji ber vê yekê projeya me tenê ji bo saziyan e. Em dixwazin bipirsin gelo saziyên me çiqasî demokratîk in, piştgiriyek çawa didin û ji bo temsîliyetê baldar dibin an na? Em ê ser van pirsan polîtîkayê pêş bixin. Lê helbet ji bo ku di qonaxên pêş de zêdetir em xwe bigihînin jinan lêkolînên taxan jî dikarin bikin. Projeya me ji bo salekê ye. Me sala borî di meha cotmehê de dest bi vê projeyê kir û ev proje dê di dawiya meha îlonê de bi dawî bibe. Bi xebatê em dixwazin xwe bigihînin armanca xwe.”      ‘Bi 20 saziyan re dixebitin’   Esmer, diyar ki ku ew niha bi 20 saziyan re li ser vê projeyê dixebitin û wiha domand: “Ji bilî vê me xebatên şopandin û nirxandina saziyan jî kir. Me bi çend pirsan li ser saziyên ku me perwerde nedaye lêkolîn kir. Me rapor amade kir û em ê vê raporê di demên pêş de bi saziyan re parve bikin. Ya rast rewşek bi vî rengî heye; niha di saziyên me de, di rêznameyên me de gelek tişt hene ku bi belgeyên me yên polîtîk ên sereke têne sererastkirin. Lê pêvajoyên arastekirina van saziyan bi gelemperî têne piştguhkirin. Ji ber vê yekê piraniya endamên van saziyan bêyî ku dest bidin rêziknameyê dibin endamên wan komele, sendîka an jî odeyên pîşeyî. Ji xeynî vê ew polîtîkayê jî kêm dizanin. Mînak saziyên me hene ku li ser newekheviya zayendî îmze nakin. Yek ji armanca me xurtkirina oryantasyona saziyan û dayîna perwerdeyên zayendî ye. Ya duyemîn jî ew e ku eger sazî daxwaz bikin amadekariya belgeyên polîtîkayê ye ku ji bo ji xwe re nexşerêyek di vî warî de diyar bikin.”   ‘Pêwîste bi awayekî rêxistinî xebat bên kirin’   Esmer, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema me dest bi vê projeyê kir, me bi giştî ji ber pirsgirêka newekheviyê dest pê kir. Bi tevî rapora TESEV’ê û hilbijartinê re me dît ku em li ser xala rast in. Li ser mijarek rast dixebitin. Ji ber ku em hîn di demeke wisa de dijîn ku mijara nûnertiyê pir bi pirsgirêk e. Vê yekê herî zêde hilbijartin nîşanî me da. Ji bo temsîliyeta wekhev li hemû qadan pêk bê û pêşî li her cure cudakariya li ser jinan bê girtin, pêwîst e xebatên hişmendiyê bên kirin. Ji ber vê yekê jî pêwîst e bi awayekî rêxistinî xebat bên kirin.”