ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-28 09:00:00     *Wahîde Adanç a ku li Silopyayê bi dikana aksesuar û tuhafiyeyê debara xwe dike destnîşan kir ku ew li dijî hişmendiya civakê ya mêr ku dibêje jin nikare bike bi ser ketiye. DÎMEN HEYE   *Koordînatora projeya “Tevlîbûna jin û LGBTÎ+ yan a Mekanîzmayên Girtina Biryarê yên ji bo Wekheviya Fiîlî” ya Komeleya Rewşa Jinan Esmer Ozer, da zanîn ku armanca sereke ya projeyê rakirina newekheviya zayendî ya di nava civakê de ye û got: "Li 4 bajaran bi saziyan re perwerde hatiye organîzekirin û dê di pêşerojê de jî komxebatek bê lidarxistin." BI DÎMEN   *Halîse Aksoy a 56 salî ku di meha nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hat binçavkirin û girtin, rewşa wê ya tenduristiyê nebaşe û parêzan diyar kir ku ya li Halîseyê tê kirin pratîka hiqûqa dijmin e. DÎMEN HEYE   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku bingeha pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên civakî pirsgirêka jinê ye û got divê malên jiyana azad, avahiyên azad ên jinan hebin û divê lêgerîna jina azad bikeve bingeha xebatan. Abdullah Ocalan her wiha kuştinên jinan jî wek hovîtiyeke mezin dinirxîne û dibêje şoreşa jinê azad nake ne şoreş e, rêxistina ku jinê bi rêxistin nake ne rêxistin e.   *Jinan diyar kir ku zema ji bo mûçeyê asgarî hêza girtinê zêde nake û di vê rewşê de herî zêde jin bi bandor dibin. Jinên bi mûçeyên pîrbûn û bîbûnê debarê dikin nîvê mûçeyê asgarî nagirin û xwendekar jî ji pêşerojê bi fikar in. BI DÎMEN